04:21 21 Îlon 2017
Zindî
    Sabrî Ok

    KCK: 'Çalakiya fedaî ya rêheval Zinar, mîna çalakiya Zîlan dîrokî ye'

    © Foto: Stêrk TV
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1599 0 0

    Endamê Konseya Rêveber a KCKê Sabrî Ok derbarê mijarên di rojevê de axivî û got: ‘Ya ku li Kurdistanê tê qetilkirin mirovahî bi xwe ye. Me di dîroka têkoşîna xwe de gelek Erdogan dîtin, lê ti ji wan niha lı holê nînin. Çalakiya fedaî ya hevrê Zinanar mîna çalakiya Zîlan dîrokî ye.'

    Navenda Nûçeyan — Endamê Konseya Rêveber a KCKê derbarê şerên dawî û komkujiyên li bajarên kurdan pêk tê de ji Ajansa Nûçeyan a Firatê re axivî.

    Sabrî Ok got: ‘Faşîzma Erdogan dixwaze di roja îro de jî vê bi serê kurdan de bîne. Lê vê carê li hemberî mêtîngerî û faşîzma di şexsê Erdogan de tê kirin, gelekî rêxistinbûyî yê berxwedêr heye. Ev hêrsa Erdogan û mêtîngeriya tirk ji ber vê rastiyê ye. Zarokên kurdan didizin. Kurdên ku qetil dikin, welê li wan dikin ku neyên naskirin û li goristanên bêkesan vedişêrin. Mesaja ku dixwazin bi vê yekê re bide, eşkere ye. 'Eger hûn di berxwedanê de israr bikin, wê goreke we jî nebe. Wê zarokên we jî ji we bê sitandin.'

    ‘ÇALAKIYA FEDAÎ YA HEVRÊ ZINAR MÎNA ÇALAKIYA ZÎLAN DÎROKÎ YE'

    Sabrî Ok derbarê çalakiya TAKê ku li Enqereyê pêk anîn de wiha got: ‘Dibe ku TAKê berpirsyariya vê çalakiyê girtiye ser xwe. Lê belê çalakiya hevrê Zinar çalakiyeke ewçend dîrokî ye ku ji her alî ve divê xwedî lê bê derketin û mirov bê serbilind bin. Li aliyekî li komkujiyên dewleta tirk ên bi sivîl qetil kiriye binêrin, li aliyê din jî li çalakiya hevrê Zinar a ku li dijî hêza leşkerî ya ev komkujî kirine pêk hatiye binêrin. Her kesê xwedî wijdan wê bi hêsanî bibîne bê kî terorîst e. Em ê her tim bi hevrê Zinar re serbilind bin. ‘

    Bi heman mijarî:

    KCK: ‘Wê bi taktîk û çalakiyên nû tola vî gelî were hilanîn'
    Ji bo boriya gaza suriştî KCK û Herêma Kurdistanê daxuyanî dan
    KCK: ‘Kurdistana azad wê teqez çêbibe'
    KCK: ‘Hêzên dewletê bi qasî 50 birîndar û refaqatiyên wan qetil kirin'
    KCK: ‘Qetilkirina Elçî karakterê pêvajoya heyî nîşan dide'
    KCK: ‘Tirkiyeyê ji bo DAIŞê balafira Rûsyayê xist'
    Etîketan:
    çalakî, Teyrebazên Azadiya Kurdistan (TAK), KCK, Recep Tayyip Erdogan, Zinar Raperîn (Abdulbakî Sonmez), Sabrî Ok, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de