11:48 21 Îlon 2017
Zindî
    Roboskî

    ‘Li hemberê komkujiyan xwerêveberî' lêpirsîn

    © Foto: © AFP 2015/ Arşiv
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Derbarê 23 kesên di salvegera komkujiya Roboskiyê de yên ku pankarta ‘Li hemberî komkujiyan xwerêveberî' hilgirtibûn, lêpirsîn hat dest pê kirin.

    Şirnex — Derbarê 23 kesên ji ber beşdarî salvegera komkujiya ku di 28ê Kanûna 2011an de a li gundê Roboskiyê yê navçeya Qilabanê ya Şirnexê pêk hatî, lêpirsîn hat destpêkirin. Sedem jî weke nivîsa li ser pankartê hate ragihandin.

    Lewra gelê Roboskiyê di 2015an de di salvegera komkujiya Roboskiyê de çalakiyek protestoyê pêk anîn û di çalakiyê de pankarteke ‘Li hemberî komkujiyan xwerêveberî' vekirin. Ev yek ji aliyê dewletê ve weke sûc hate qebûl kirin û derbarê 23 kesan de lêpirsîn hat destpêkirin.

    Kesên derbarê wan de lêpirsin hatiye destpikirin, navên wan ev in:

    "Sevcan Encû, Selcan Encû, Sozdar Encû, Kiymet Encû, Aysel Encû, Cahîde Encû, Hanim Encû, Cîhan Encû, Semîre Encû, Heybet Encû, Fadîle Tosûn, Ayaz Encû, Berîvan Encû, Sûzan Encû, Dogan Encû, Fadîle Encû, Behçet Encû, Velî Encû, Îsa Encû, Hîkmet Encû û aktivîstên aştiyê Meral Geylanî û Yannîs Vasîlîs Yaylali'

    ji xeynê wê jî Serokê Komeleya Roboskiyê Velî Encû ji ber di 9ê Îlona 2014'an de li ser medyaya civakî de parvekirine kiribû. Di parvekirina xwe de gotibû: ‘Li hemberî gefên fermandarekî xirbende dê gelê Roboskiyê tu carê netirsin' Velî Encû ji ber vê yekê jî 11 meh û 20 roj ceza hatibû birîn.

    Ji ser komkujiyê re 4 sal derbas bûn

    Ji ser komkujiyê re 4 sal derbas bûn lê hîn jî derbarê berpirsiyarên komkujiyê de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin, Lê derbarê kesên beşdarî salvegera komkujiyê dibin lêpirsîn tê vekirin û encamê lêpirsînan bi lez û bez encam didin. Ev jî têk çûna dadê ya Tirkiyayê dide ber çavan.

     

    Bi heman mijarî:

    Birayê Ferhat Encu hate binçavkirin!
    Ferhat Encu: Birîndarên li Cizîrê yek bi yek dimirin!
    TAYBET- Parlamenterê HDPê Ferhat Encu: 'Kuştî û birîndar hene'
    Etîketan:
    kurd, lêpirsîn, Li hemberî komkujiyan xwerêveberî, Kiymet Encû, Selcan Encû, Roboskî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de