22:56 26 Îlon 2017
Zindî
    Parêzerên Baroya Amedê li ber Dadgeha Amedê

    Baroya Amedê ji bo Sûrê dest bi kampanyayê kir

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Baroya Amedê ji bo piştvaniya welatiyên Sûrê ku bi zora hêza dewletê ji taxên xwe koçber bûn, bi silogana ‘Em alîkariyê bidin mexdûrên Sûrê' kampanya alîkariyê da destpêkirin.

    Parêzerên Baroya Amedê
    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Amed — Baroya Amedê, ji bo welatiyên Sûrê ku zêdeyî 100 rojin di bin êriş û dorpêça dewletê dene, bi dirûşmeya ‘Em alîkariyê bidin mexdûrê Sûrê' kampanya alîkariyê da destpêkirin.

    Baroyê ji bo alikariya nakdî, alîkariya zexîre, cil, nivîn, pêdiviyên zarokan, pêdiviyên paqijiyê û pêdiviyên jiyanê dest bi kampanyayê kirin. Endamê Komîsyona Alîkariyê ya Baroya Amedê Velat Alan, diyar kir ku kesên dixwazin alîkariyê bikin, dikarin alikariyên xwe teslîmî Avahiya Alikariya Aldî ya Amedê bikin.

    Alan,destnîşan kir ku mafê herî rewa yê jiyanê;  mafê parastin, stargeh, tenduristî û xwedîkirinê ye. Alan, anî ziman ku pêdiviya welatiyên Sûrê roj bi roj zêde dibe û ji bo vê yekê alîkariyek lezgîn pêwiste û ji ber vê lezgîniyê wan pêdivî bi vê kampanyayê dîtine.

    Alan, ji hemû welatiyan dazwaza piştevaniya kampanyayê kir û ragihand ku roj roja alikariyê ye divê em wezifeya xwe bi cih bînin.

    Ji bo alîkariya nakît: Hesabê Baroya Amedê wiha ye:
    Banka Turk Ekonomi (TEB) no: TL- IBAN: TR 9100 0320 0000 0000 3898 5105
    Banga Turk Ekonomi (TEB) no: Euro- IBAN: TR 1200 0320 0000 0000 3898 5169
    Banka Turk Ekonomi (TEB)  no: USD-IBAN: TR 5600 0320 0000 0000 3898 5153

    Bi heman mijarî:

    Li Sûrê operasyon dawî nebûn: 5 kuştî, 10 cenaze
    Sererkaniya Tirkiyeyê encama operasyonên Sûrê eşkere kir
    Ji bo Sûrê banga lezgîn!
    Efkan Ala: Êriş û operasyonên li Sûrê bi dawî bûn!
    Wêneyên ku li Sûrê hatin kişandin, bû sedema nîqaşan
    Ji Sûrê peyama dawî: 'Niha ligel me 5 cenaze hene'
    Li navçeya Sûrê şer û pevçûn: Leşkerek hat kuştin
    Etîketan:
    kampanyaya alîkariyê, Velat Alan, Sûr, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de