13:58 26 Îlon 2017
Zindî
    Mûsil, Îraq

    Rizgarkirina Mûsilê wê dawiyê li DAIŞê bîne

    © Foto: BasNews
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 209420

    Bi 30 hezar leşkerî amadehiyên rizgarkirina bajarê Mûsilê ku wekî keleha DAIŞê tê zanîn didomin. Li gorî pisporên siyasî kontrolkirina Mûsilê wê dawiyê li rêzistina terorîst a DAIŞê bîne.

    Navenda Nûçeyan — Hat ragihandin ku heta dawiya meha adarê wê operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê were dest pêkirin. Operasyona Mûsilê bi piştgiriya Amerîka, Erebîstana Siûdî wê ji terefê hêzên artêşa Iraqê û Pêşmergeyan ve were kirin.

    Mûsil keleha DAIŞê ye

    Rêxistina terorîst a DAIŞê wekî bajar pêşî bajarê Mûsilê bi dest xist û wekî Reqqayê ji bo rêxistinê gelekî girîng e. Rêxistina terorîst niha ji 15 hezaran zêdetir milîtanan ve bajar û derdorê wê kontrol dike.

    Li zanîngehê çekên kîmyewî çêdike

    DAIŞ li bajarê Mûsilê bi kontrole hatiye asta ku çekên kîmyewî hilberîne. Her wiha Serokê Bereya Tirkmen yê Iraqê Erşad Salihî ragihand ku li gorî zanyariyên ku me bi dest xistine xaza klorê ku DAIŞê li Tuzxurmatuyê bi kar anî di laboratuwarên zanîngeha Mûsilê de çêkir, ji ber vê êrişî xazî nêzî 30 kesî bi mirinê re rû bi rû man.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: ‘DAIŞ amadehiyan dike ku êrişî Qamişloyê bike’
    Amerîka: ‘Dibe DAIŞ êrişê Ewropayê bike'
    DAIŞ bi moşekan êrişî Mexmûrê dike
    Kurkçu: ‘DAIŞ, ji hinek grûbên nava Tirkiyeyê piştgiriyê distîne'
    DAIŞ bi topên kîmyewî êrişî Pêşmerge dike
    Etîketan:
    Operasyona Mûsilê, Dewleta Erebîstana Siûdî, Dewleta Amerîkayê, Artêşa Iraqê, Hêzên Pêşmerge, DAIŞ, Erşad Salihî, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de