16:01 20 Îlon 2017
Zindî
    Binçavkirin

    8 kes li Gimgimê hatin binçavkirin

    © REUTERS/ Suzanne Plunkett
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2 0 0

    Li navçeya Gimgimê ya Mûşê di serdegirtina malan de 8 welatî hatin binçavkirin

    Mûş - Li gund û navçeya Gimgimê ya Mûşê polêsan serê sibê bi ser gelek malan de girt.

    Polêsan li taxên Gumgum û Hurriyetê bi ser malan de girt û derî û camên malan şikandin. Li aliyê din li gundên Qerqerut, Leylek, Gulîç, Înalî û Hebîba jî hem wext bi ser malan de girt.

    Ajansa Nûçeyan a Dicleyê ragihand ku di serdegirtina malan de zarokê 15 salî B.A., Faysal Ozgul, Mucahit Bingol, Fevzî Sever, Cemîl Oztok, Ahmet Yildiz, Yavuz Bîngol û Sinan Boylu hatin binçavkirin. 8 kesên ku sedema binçavkirina wan nehat zanin birin Midûriyeta Polêsan a Mûşê.

    Bi heman mijarî:

    Li Şirnexê 3 girtin û li Hezexê jî 6 kes hatin binçavkirin
    Hevserokê HDPê yê Îzmirê jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin
    Bîlançoya operasyonên îro: 32 welatiyên kurd hatin binçavkirin!
    Hevşaredara Sarayê hate binçavkirin!
    Li Sêwasê operasyona siyasî: 25 kes hatin binçavkirin
    Etîketan:
    operasyonên siyasî, binçavkirin, Sinan Boylu, Yavuz Bîngol, Ahmet Yildiz, Cemîl Oztok, Fevzî Sever, Mucahit Bingol, Faysal Ozgul, Mûş, Gimgim
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de