10:30 20 Îlon 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan û Barak Obama

    Obama: ‘Erdogan serneketî ye û orotîter e!'

    © AFP 2017/ JIM WATSON
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 78210

    Barack Obama di roportaja xwe ya Kovara Atlanticê de bo Serokomarê tirk Erdogan got: ‘Serneketî û otorîter.'

    Navenda Nûçeyan - Kovara Atlanticê ya ku derbarê polîtîkayên derve yê Amerîkayê de gelek bi bandor e, di hejmara xwe ya dawî de bi Serokê Amerîkayê Barack Obama re roportajê kir.

    Serokê Amerîkayê Barack Obama di wê roportaja xwe de pirsên Jeffrey Goldberg bersivandin. Barack Obama ragihand ku lîderên herî zêde ku bêhna wî teng dikin Benyamin Netenyahu û Tayyip Erdogan e.

    Obama derbarê Erdogan nirxanek balkêş kir û anî ziman ku Erdogan di serî de misilmaneke nerm bûye û ew dikaribû di navbera kendalên rojhilat û rojava de bûbûya pir. Obama diyar kir ku Erdogan niha kesekî ‘serneketî' û ‘otorîter' e.

    Mark Toner xwe ker kir

    Rojnamegeran di civîna Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê de ji Mark Toner pirsa gotinên Barack Obama kir, Toner derbarê wê mijarê de dengê xwe nekir.

    Bi heman mijarî:

    Ji Obama daxuyaniya agirbestê: Şer wê hema neqede
    Obama cîhan hişyar kir: 'Îşev saet 12an dest pê dike'
    Obama: ‘Em ê Girtîgeha Guantanamoyê bigirin’
    Nûnerê Obama çima çû serdana Rojavayê ?
    Obama ji Erdogan xwest êrişên ser YPGê bide sekinandin
    Erdogan: ‘ Min bi Kirby re nekin muxetab, ez ê bi Obama re biaxivim'
    Etîketan:
    Misilmanê nerm, roportaja Obama, Kovara Atlantic, Mark Toner, Barack Obama, Recep Tayyip Erdogan, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de