01:17 26 Îlon 2017
Zindî
    Bendava Mûsilê

    Pisporên Amerîka û NY dîsa ji bo rûxandina Bendava Mûsilê hişyarî dan

    © Foto: Rûdaw
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3901

    Pispor û dîplomatên Amerîka, NY û Iraqê derbarê rûxandina Bendava Mûsilê de li hev civiyan û hişyarî dan ku metirsî li ser jiyana dora milyonek û 470 hezar kesî heye.

    Navenda Nûçeyan - Nûnera Amerîkayê di Neteweyên Yekbûyî (NY) de Samanhta Power, di civînekê de ligel hemkarê xwe yê Iraqî Mihemed Elî Hekîm û pisporên ji Artêşa Amerîkayê û berpirsin ji NY civiya û ragihand ku, tevî tedwîrên girîng derbarê rûxandina bendava Mûsilê hatine standin, lê hê jî egera hilweşîna wê heye û heke bendav hilweşe dê karesatekê çêbike.

    Dê karesateke mezin çêbibe

    Demeke ku metirsiya têkçûna Bendava Mûsilê ketiye rojevê, eger ew karesat jî biqewime, dê jiyana welatiyên Mûsil, Tikrît, Samara û Bexdayê di metirsiyê de be. Li gorî zanyariyan heke Bendava Mûsilê têk biçe, dê jiyana milyonek û 470 hezar kesî di metirsiyê de be.

    Berî niha jî Serokê Amerîkayê Barak Obama di pêwendiyeke telefonî daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kirbû ku rê li pêşiya têkçûna Bendava Mûsilê bigre.

    Di sala 2014an de, DAIŞê bo heyama 2 heftiyan Bendava Mûsilê girtibûn, lê piştire Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi piştgiriya firokeyên hevpeymanan, bendav kontrol kiribûn.

    Bi heman mijarî:

    Amerîkayê hişyar kir: ‘Heke Bendava Mûsilê hilweşe dê bibe karesat'
    Dewleta Îtalya 450 leşkerî dişîne Bendava Mûsilê
    Êrîşeke DAIŞê li ser Bendava Mûsilê hat pûçkirin
    Ji Bendava Tişrînê elektrîk gihîşt Kobanî
    Li Bendava Tişrînê şerekî dijwar: 50 terorîst hatin kuştin
    Etîketan:
    Barak Obama, Heyder Ebadî, Serokatiya Amerîkayê, Hikumeta Iraqê, Netewên Yekbûyî (NY), Mihemed Elî Hekîm, Samanhta Power, Bendava Mûsilê, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de