08:39 26 Îlon 2017
Zindî
    Îdam, Îran

    Sala reş: Îranê di 2015an de 967 kes darvekirin

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 116 0 0

    Rêxistina Mafê Mirov a Îranê ragihand ku sala 2015an ji bo Îranê ‘sala reş' e û di nava wê sale de 967 welatiyên îranî bi awayên cuda hatine darvekirin.

    Navenda Nûçeyan — Di raporta nû ya Rêxistina Mafê Mirov a Îranê de, behsa darvekirina 967 welatiyên îranî di sala 2015an de tê kirin û li gorî rêxistinê ji sedî 95ê wan darvekirinên ku li navçeyên etnîkî birêve diçin nayên belav kirin.

    Di 8emîn raporta Rêxistina Mafê Mirov a Îranê de ku baregaha wê li Osloya paytexta Norwecê ye û Mehmûd Emîrî Muqedem serokatiya wê dike, di nava sala 2015an de cezayê darvekirina 967 welatiyan li girtîgehên Îranê birêve çûye û 19 kes ji wan jin bûne.

    Rêjeya darvekirinê her sal zêde dibe

    Ev hejmara han di demekê de ye ku sala 2014an li Îranê 735 kes hatibûn darvekirin. Berhevkirin ligel sala 2015an rêjeya darvekirinan ji sedî 29 zêde bûye û bi awayekî berdewam rojane 2-3 kes tên darvekirin.

    Raport wiha berdewam dike: ‘105 kes li zîndanên bajarên Rojhilatê Kurdistanê hatine darvekirin û piraniya wan jî kurd bûne. 76 kes li zîndana Urmiyê, 11 kes li zîndana Kirmanşan, 10 kes li Sine, 5 kes li Loristan û 3 kes jî li zîndana Îlamê hatine darvekirin.'

    Rêjeya darvekirinê li Îranê gelekî zêde bûye. Li gorî sala 2008an ew rêje ji sedî 300 zêde bûye. Ji ber di sala 2008an de tenê 350 kes hatine darvekirin. Li gorî heman rêxistinê, di hundirê 2 sal û nîvê ku Hesen Rûhanî bûye Serokkomarê Îranê de 2162 kes hatine darvekirin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Rejima Molayan 4 kesên din darvekirin
    Generalê Îranê li Sûrîyeyê hat kuştin
    Îranê 2 moşekên balîstîk ceribandin
    Pasdarên Îranê kurdek din jî kuştin
    Heşda Şeibî ji Îranê 12 balafirên şer kirîn û pîlotan perwerde dike
    Etîketan:
    Hesen Rûhanî, Darvekirinên Îranê, Rêxistina Mafê Mirov a Îranê, Mehmûd Emîrî Muqedem, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de