22:14 27 Gulan 2018
Salih Mislim

Mislim: 'Li Sûriyeyê federalî jî di nav de her tişt gengaz e'

© AFP 2018 / BERTRAND LANGLOIS
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk Salih Mislim derbarê pirsa pêşeroja Sûriyeyê de ragihand ku pergala federalî jî di nav de her tişt gengaz e.

Navenda Nûçeyan — Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk Salih Mislim di hevpeyvîna xwe ya ajansa Reutersê derbarê pirsa pêşeroja Sûriyeyê de ragihand ku pergala federalî jî di nav de her tişt gengaz e.

Salih Mislim di hevpeyvîna xwe de got: ‘Hûn çi navî lê bikin ne girîng e, wekî ku em tim dibêjin li Sûriyeyê revebiriyeke nenavendî dixwazin. Hûn dikarin ji vê re bêjin rêvebiriya herêmî an jî bêjin federalî, her tişt gengaz e.'

Tirkiye hevdîtinên Cenevreyê asteng dike

Mislim di berdewamiya hevpeyvîna xwe de got: ‘Mixalifên civîna Riyadê tim ji bo ku em tev li civînan nebin şertan datîne, Tirkiye û Erebîstana Siûdî jî piştgiriyê dide wan. Di hevdîtinên Cenevreyê de pêşî divê bi pir alî agirbest were sepandin, rêxistinên terorîst werin eşkerekirin û encex piştî vê li ser pêşeroja Sûriyeyê pêşbînî tê kirin.'

Salih Mislim
© AFP 2018 / BERTRAND LANGLOIS
Divê lîsteya terorîstan were zelal kirin

Hevserokê PYDê di dirêjiya hevpeyvîna xwe de got: ‘Piştî ku peymana agirbestê dest pê kir, hemû grûbên terorîst erişî herêmên kurdan dikin û div an êrişan de gelek kes hatin kuştin û birîndar bûn. Di nava van grûban de DAIŞ, El Nûsra û çendên din hene û divê ev têkevin lîsteya terorîstan.'

Bi heman mijarî:

Salih Mislim: ‘Operasyona veguhestina tirba Şah Silêman min kordîne dikir'
Salih Mislim: ‘ Tirkiye ji kurdan ditirse'
Demirtaş: 'Tirkiye çend car bi Salih Mislim re hevdîtinên fermî pêk anî'
Mislim bersiva Tirkiyeyê da: ‘Midaxile bibe gelê Sûriyeyê wê ber xwe bide'
Mislim: ‘YPG, bêyî koalîsyonê derbasî rojavayê Firadê nabe'
Etîketan:
Hevdîtinên Cenevreyê, Mixalifên civîna Riyadê, El Nûsra, DAIŞ, Partiya Yekîtiya Demoratîk (PYD), Salih Mislim, Rojava, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de