18:03 13 Kanûn 2017
Zindî
    Şervanên PKKê - HPG - YJA Star

    HPG: Li Mêrdînê 1 serbaz, 3 jî binbaz hatin kuştin!

    © Foto: Roja Ciwan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 20

    HPGê derbarê çalakiyên ku ji hêla hêzên wan ve hatiye kirin de daxuyanî da û ragihand ku 1 serbaz, 3 jî binbazên artêşa tirk ji hêla wan ve hatine kuştin.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê HPGê derbarê şerên 2ê Adarê ku li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê pêk hatiye de daxuyanî da.

    Di daxuyaniya HPGê de hat diyarkirin ku qadên Xelîla, Gîzrê, Hedîlê û Îvan ên girêdayî navçeya Kerboran a Mêrdînê ji hêla balafirên şer ve hatiye bombekirin û piştre jî li heman cihan ji hêla artêşa tirk ve operayon hatiye lidarxistin.

    HPGê di wê daxuyaniyê de ragihand ku li ser operasyona ku artêşa tirk pêk aniye şerek dijwar qewimiye û di encamê de 1 serbaz, 3 jî binbaz hatin kuştin.

    Di wê daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku hêzên HPGê li Oremarê jî çalakî li dar xistine û derbarê encamên wê çalakiyê de jî wê paşê daxuyanî bidin.

    Derbarê van agahiyên dayî de ji hêla wezîfedarên tirk ve tu daxuyanî nehat dayîn.

    Bi heman mijarî:

    HPG: ‘Herî kêm 14 polîsên tîmên taybet hatin kuştin û bi dehan jî birîndar!'
    HPG û YBŞ: 5 hezar şervanên me wê beşdarî operasyona Mûsilê bibin
    HPG: ‘Bomberdûmanên artêşa tirk dewam dikin'
    HPG: ‘Ji bo parastina Kerkûk û Kurdistanê em beşdarî operasyona Mûsilê dibin’
    Etîketan:
    binbazên tirk, serbazê tirk, artêşa tirk, balafirên şer, HPG, Oremar, Kerboran, Mêrdîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de