06:26 13 Kanûn 2017
Zindî
    YPG

    YPG: 25 komên terorîst agirbest îxlal kirin

    © Foto: ANHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Fermandariya YPGê derbarê pinpêkirina agirbestê de ji navenda çavderiyê re nameyek şand û ragihand ku 25 komên terorîst agirbestê îxlal kirine.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê komên ku agirbes îxlal kirine wiha ne:

    'Tevgera Ehrar El-Şam a Îslamî, Taûbûrên Sultan Murad, Lîwaa El-Sultan Mihemed Fatih, Taûbûrên Nûreddîn Zenkî, Feyleq El-Şam, Ceyş El-Îslam, Ceyş El-Mucahidîn, Kombûna Feqtesim Kema Emert, Tabûrên Ebû Emara, Tevgera Fercir El-Şam a Îslamî, El-Cebha El-Şamiya, Siqûr El-Cebel, Ceyş El-Izza, Fursan El-Heq, Ceyş El-Nesir, Cund El-Eqsa, Tabûrên El-Sefwa El-Îslamiya, Koma 113an, Koma 16an, Koma Ehfad Umer, Feyleq El-Rehman, Koma 101an, Koma Yekemîn, Lîwaa Muntesir Bîllah û Cebhet El-Nusra di 6ê Adara 2016an de ji noqteyên ku lê dimînin (Çerxerêiya Cendûl û Kastîlo) êrişî taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê kirin û tax topbaran kirin.'

    YPGê di nameyê de destnîşan kir ku di encama êrişên komên terorîstan de 3 welatiyên sivîl ên taxê şehîd bûn û 10 jî di nav de jin û zarok hene, birîndar bûn, hê jî hejmareke qurbanî hene, lê di bin xerabeyan de ne.

    Hat ragihandin ku YPGê ligel nameyê, wêne û dîmenên topbarana li dijî taxa Şêxmeqsûdê jî şandiye navenda çavdêriya agirbestê.

    Bi heman mijarî:

    Fermandarê tirkmen: 'Eger YPG derîyên xwe venekira em ê bi qatlîamê re rû bi rû bimana'
    Etîketan:
    Navenda çavderiya agirbestê, YPG, DAIŞ, Lîwaa El-Sultan Mihemed Fatih, El Nusra, Ehrar el Şam, Şêxmeqsûd, Heleb
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de