23:32 24 Hezîran 2018
Milîtanên El Nûsra

Rûsya: ‘Ji bo artêşa tirk têkeve Sûriyê, El Nûsra êrişî Tirkiyeyê kir'

© AFP 2018 / Fadi al-Halabi
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 11

Serokê Navenda Çavdêriya Agirbestê yê Rûsyayê Sergey Kuralenko got:'Ji bo artêşa tirk têkeve Sûriyê El Nûsra êrişî Tirkiyeyê kir. DAIŞ jî hewl dide ku êrişî Qamişloyê bike.'

Şam - Sergey Kuralenko ragihand ku terorîstên El Nûsrayê ji bo ku artêşa tirk têkeve Suriyê (Rojava), êrişî sînorê Tirkiyeyê dike û got: ‘Îro terorîstên El Nûsrayê dîsa bi topbaranan êrişî navçeya Hatayê kirine. Mebesta van provakasyonan ew e ku pêvajoya aştiyê were qutkirin û artêşa tirk êrişî Sûriyê (Rojava) bike.'

‘DAIŞ hewl dide ku ji Nisêbînê êrişî Qamişloyê bike'

Kuralenko ragihand ku li navçeya Nisêbînê jî terorîstên DAIŞê hene û got: ‘Li gorî agahiyên di destê me de, komên terorîst hewl didn ku êrişî Qamişloyê bikin.'

‘Peywendiyên bi 6 komên terorîst re berdewam dike'

Kuralenko herwiha ragihand ku li Şam, Dera û Humsê bi lîderên 6 komên terorîst re pêwendiyên bo agirbestê berdewam dike û bi wan re 30 peyman hatine danîn.

‘Agirbest 15 car hate îxlalkirin'

Kuralenko destnîşan kir ku di 24 saetên dawî de li Şamê 11, Heleb, Hama, Dera, û Idlîbê jî yekan car agirbest hatiye îxlalkirin.

Bi heman mijarî:

HDPê bernameya Newrozê eşkere kir: Em ê bi berxwedanê bi ser kevin
Nasnameyên 2 şervanên YPGê diyar bûn
Dewleta Îranê li Babek Zencanî cezaya îdamê birî
Fermandarê tabûra Firat-Cerablusê: ‘Rizgarkirina Cerablûsê erk û peywira me ye'
Etîketan:
El Nusra, DAIŞ, Sergey Kuralenko, Qamişlo, Şam, Sûrî, Nisêbîn, Heleb, Tirkîye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de