20:04 14 Kanûn 2017
Zindî
    morg

    Nasnameyek din a welatiyên li Hezexê hatibûn qetilkirin diyar bû

    © Foto: Cizre Postası
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cenazeyên 3 kesên li navçeya Hezexê yên di êrişên hêzên dewleta tirk de hatibûn qetilkirin ji bo otopsiyê şandin Mêrdînê.

    Mêrdîn — Li navçeya Hezexê ya ku rewşa awarte û êrişên hêzên dewletê di 16ê Sibatê de dest pê kiriye didomin.

    Di encama êrişên hêzên dewletê yên li taxa Turgut Ozalê 3 kes hatibûn qetilkirin. Cenazeyên 3 kesan ji bo otopsiyê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.

    Hat ragihandin ku piştî karê otopsiyê hat diyarkirin ku cenazeyek aydî welatiyê Aziz Akan (30) e.

    Tê zanîn ku duh jî nasnameya 2 cenazeyên ku di 3ê Adarê de anibûn Mêrdînê diyar bûn û ew cenazeya aydî Mazlum Kapaligoz ê 17 salî û cenazeyek jî aydî Orhan Abay ê 16 salî bû.

    Bi heman mijarî:

    Polêsan li Qoserê bi ser malan ve girtin
    Tirkiya parlementera katalonî dersînor kir!
    Salih Mislim: ‘ Tirkiye ji kurdan ditirse'
    Parlementerê HDPê: "Hin cesed avêtin Çemê Dîjleyê.."
    Etîketan:
    Mêrdîn, nasname, kuştin, Orhan Abay, Aziz Kapaligoz, Tirkiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de