14:42 23 Tebax 2017
Zindî
    Şer û pevçûnên li Cizîrê

    Parlementerê HDPê: "Hin cesed avêtin Çemê Dîjleyê.."

    © Sputnik/ O.F Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 292120

    Parlementerê HDPê yê Şirnexê Faysal Sarıyıldız îdıa kir û got: Hêzên dewleta tirk gelek cesed û parçeyên cesedan avêtine Çemê Dîjleyê.

    Cizîr — Di heyama qedexeya derketina derve ya ku li Cizîrê nêzî 80 rojan dewam kir bi sedan kes ji aliyê hêzên dewleta tirk ve hatin kuştin.

    Li gorî raportên saziyên sivîl ji 300î bêhtir kes hatine kuştin lê çavkaniyên herêmî dibêjin ku ev hejmar dibe ku bigihije 400î jî. Cizîriyên ku piştî 80 rojan nû vegeriyan malên xwe ev sê roj in hin cinazeyên nû yên şewitî dibînin.
    Parlementerê HDPê yê Şirnexê Faysal Sarıyıldız îdıa dike ku herwiha hêzên dewleta tirk gelek cesed û parçeyên cesedan avêtine Çemê Dîjleyê.

    Sarıyıldız taybet ji Sputnik Kurdistanê re axivî:

    "Em di şok û travmayê de. Tiştên ku li Cizîrê qewimîn tiştên pir dijwar bûn. Di sedsala 21em de gelek kes ji bo hovitiyê DAIŞê wek mînak dibêje, lê hovitiya li vir pêk hatî ji ya wan xerabtir bû. Însan kuştin û şewitandin li vir. Ji 170 insanên ku vê heftiya dawî li morgê bûn tenê 25 kes hatin teşhîs kirin."

    "Avahiyên pênc qatî şeş qatî bi erdê re rast bûn. Hin cinaze û parçeyên cinazeyan ji avahiyan derxistine birine avêtine Çemê Dîjleyê. Dest, ling û serên parçe parçe li wê derê ne. Ev tiştê ku qewimî ne wek ku bi tenê serê 120 hezar kesên ji Cizîrê de hat, bi serê hemû mirovahiyê de hat. Yek jî ne tenê 320 insan kuştin, bi hezaran heywan jî kuştin. Çûk, pisîk, mirîşk neman li van deran."

    "Di jêrzemînan de însan li benda ambulansan bûn lê dewletê bi ambulansê mîzanseneke pir lewitî çêkir. Ambulans kilometreyek dûr disekinandin. Dihatin dîmen digirtin û servîs dikirin. Lê di navber ambulans û jêrzemînan de bi dehan tank hebûn. Kî ji mala xwe derdiket qetil dikirin. Zarokên 3 mehî jî kuştin, kal û pîrên 70-80 salî jî."

    "Eger piştî vê saetê şer giran bibe sebeba vê ev hovitiya bêpîvan û bêqanûn e. Gelê me êdî ji dinyayê jî bawer nake. Hêviya me ji dinyayê hebû, tev şikest. Êdî gelê me dizane ew xwe bi xwe ye."

     

    Bi heman mijarî:

    Hevserokên KCD HDK HDP û DBPê diçin Sûrê
    HDP: Ji bo Sûrê bikevin nava liv û tevgerê
    HDP: Eger tiştek bi Yuksekdag bibe, berpirsyar AKP û Erdogan e!
    HDP: Di heft mehan de 460 sivîl hatin kuştin
    Ji HDP, HDK û KJAyê banga tevlêbûna çalakiya li Galatasarayê
    Etîketan:
    DAIŞ, cesed, Qedexe, Şer, kuştî, Tirkiye, Faysal Sariyildiz, Cizîr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de