00:59 19 Tebax 2017
Zindî
    Şer - polês

    HPG: ‘Herî kêm 14 polîsên tîmên taybet hatin kuştin û bi dehan jî birîndar!'

    REUTERS/ Sertac Kayar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    1397850

    Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê, li ser çalakiya roja 4ê Adarê ya li navçeya Mêrdîn Nisêbînê ya li hemberî polîsên tevgera taybet, daxuyaniyek weşand.

    Navenda Nûçeyan — Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê de hat ragihandin ku di encama çalakiyê de herî kêm 14 polîsên tîmên taybet hatin kuştin.

    Di daxuyaniya navendê de hat ragihandin, çalakî weke bersivdayîna li komkujiyên li bajarên kurdan û ji bo bîranîna endamên PKKê li Mêrdînê hatine qetilkirin, welatiyên li Sûr û Cizîrê jiyana xwe ji dest dane, hatiye kirin.
    Li gorî daxuyaniya HDPê roja 4ê Adarê saet di 05:45an de li hemberî 7 maşînên zirxî yên li pêşberî Midûriyeta Şaxê Trafîkê ya Herêmê park kirî, bi wesayîteke bombebarkirî çalakiyek pêk anî. Di encama vê çalakiyê de avahiya Midûriyeta Şaxê Trafîkê ya Herêmê û 7 maşînên zirxî bi temamî îmha bûne.
    Her wiha li gorî agahiyên hatine bidesxistin, herî kêm 14 polîsên tevgera taybet hatine kuştin, bi dehan polîs jî birîndar bûne."
    Lê di derbarê van agahiyên HPGê de ji hêla rayedarên Tirkiyayê tu daxuyanî nehatiye kirin

     

    Bi heman mijarî:

    HPG: ‘Bomberdûmanên artêşa tirk dewam dikin'
    HPG: ‘Çalakiya li ser rêya Amed-Çewlikê hişyariyek e'
    HPG: ‘Li Qoserê 5 tîmên taybet hatin kuştin'
    HPG: ‘Ji bo parastina Kerkûk û Kurdistanê em beşdarî operasyona Mûsilê dibin’
    HPG: Balafirên şer herêmên Avaşîn, Zap, û Metîna bombe kirin
    Etîketan:
    kurd, Daxuyaniya HPGê, birîndar, kuştî, Polês, PKK, Tirkiya, Mêrdîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de