09:57 18 Tebax 2017
Zindî
    Salih Mislim

    Salih Mislim: ‘ Tirkiye ji kurdan ditirse'

    © AFP 2017/ BERTRAND LANGLOIS
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 51150

    Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim ragihand ku Tirkiye ne tenê ji kurdên Rojava, ji hemû kurdan ditirse.

    Rojava — Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim ragihand ku rayedarên tirk dibêjin heke kurd li Başûrê Efrîqayê jî mafê xwe bi dest bixin, em ê li dijî wan derkevin. Ev jî vê nîşan dide ku Tirkiye ne tenê ji kurdên Rojava, ji hemû kurdan ditirse.

    Tirkiye dixwaze Rojava têxe nava projeya Osmanî ya nû

    Salih Mislim di bedewamiya axaftina xwe de got: ‘ Li gorî me Tirkiye dixwaze demografiya Sûriyeyê biguherîne. Naxwaze kurd li wir bibin xwediyê mafekî, heta dixwaze Sûriyeyê bike perçeyekî projeya Împaratoriya Osmanî ya nû. Tirkiye ji kurdfobiya xwe me wekî terorîstî bi nav dike.Pêwendiyên me yen bi Ewropa, Rûsya û bi Amerîkayê li ser berjewendiyên beramberî hev in.'

    Hêzên navneteweyî jî dizanin em mafdar in

    Mislim di dirêjiya axaftina xwe de got: ‘Heta niha helwesta me li hemberî Tirkiyeyê çawa be, ji vir û pê ve jî ev be. Li hemberî êrişên wan em berxwe didin. Ji bo ku gelê me li wir dijî em bersiva topbarana Tirkiyeyê nadin. Tirkiye top û hawanan davîne cihên sivîl, başe em ê bavînin kur? Yên ku li wir dijîn hemû însanên me ne û heke em bersivê bidin ew dê zirarê bibinin. Lê Tirkiye bi van kiryarênn xwe, xwe rezil kiriye. Lewma hêzên navneteweyî jî dizanin bê em çikasî mafdar in.'

    Bi heman mijarî:

    Mislim bersiva Tirkiyeyê da: ‘Midaxile bibe gelê Sûriyeyê wê ber xwe bide'
    Mislim: ‘YPG, bêyî koalîsyonê derbasî rojavayê Firadê nabe'
    Mislim: ‘Bi hewldanên Tirkiyeyê PYD nehat vexwendin'
    Mislim: ‘Ji bo Cenevreyê em ê werin vexwendin, lê pozisyona me ne zalal e'
    Mislim: ‘Muxalîfen Sûriyeyê nûnertiya DAIŞê dikin'
    Etîketan:
    Dewleta Tirkiyeyê, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Salih Mislim, Sûriye, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de