11:09 23 Tebax 2017
Zindî
    Çekdar

    HDP: 'Terorîstên ku li dijî kurdan şer dikin bi hêsanî diçin nava penaberan'

    © AP Photo/ Çağdaş Erdoğan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3910

    Nûnerê HDPê yê Washîngtonê Mehmet Yuksel ragihand ku terorîstên ku bi kurdan re şer dikin bi hêsanî derbasî nava kampên pênaberan ên sînor dibin.

    Navenda Nûçeyan — Nûnerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Washîngtonê Mehmet Yuksel bersiva pirsên nûçegihanê ajansa Spûtnîk Kurdistanê dan û ragihand ku terorîstên DAIŞê jî di nav de grûbên ku bi kurdan re şer dikin bi hêsanî derbasî nava kampên pênaberan ên sînor dibin. Yuksel, HDPê jî û partiyên din jî xwestin serdana van kampan bikin lê destûr nedan.

    Enqereyê terorîstên ku êrişî Girê Spî kirin şandin

    Mehmet Yuksel di axaftina xwe de got: ‘ Êrişa hefteya borî ya ser Girê Spî, dibe ji terefê Enqereyê hatibe organîzekirin. Tirkiyeyê got ew milîtan ji gundên derdora Girê Spî ne, lê li derdora wêderê jî gınd tunene.Li gorî zanyariyên me Tirkiye ew terorîst ji kampan girtin û ji bo êrişî Girê Spî bikin, wan bi çek kir.'

    Li Cizîrê di nava hefteyekê de 137 kes mirin

    Yuksel di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘ Hêzên ewlehî yên artêşa Tirkiyeyê li navçeya Cizîra Şirnexê di nava hefteyekê de 137 kes kuştin. Her wiha li navçeya Sûra Amedê jî heman tişt bû û ji 200 sivîlî zêdetir însan hatin kuştin. Yên ku hatin kuştin hemû kurd û hemû sivîl bûn. Ew bi saxîtî binax kirin. Rewş her diçe xerabtir dibe.'

     

     

    Bi heman mijarî:

    Hevserokên KCD HDK HDP û DBPê diçin Sûrê
    HDP: Ji bo Sûrê bikevin nava liv û tevgerê
    HDP: Eger tiştek bi Yuksekdag bibe, berpirsyar AKP û Erdogan e!
    HDP: Di heft mehan de 460 sivîl hatin kuştin
    Ji HDP, HDK û KJAyê banga tevlêbûna çalakiya li Galatasarayê
    Etîketan:
    Hêzên Artêşa Tirkiyeyê, Grûbên Terorîst, El Nûsra, DAIŞ, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Mehmet Yuksel, Rojava, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de