07:59 24 Tebax 2017
Zindî
    YPG

    YPGê encama bûyerên meha sibatê eşkere kir

    © Foto: FB
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 36 0 0

    Yekîneyên Parastina Gel (YPG) encama bûyerên meha sibatê ya şer, pevçûn û êrişên terorîstan ên rojava eşkere kir.

    Rojava — Li gorî daxuyaniya YPGê artêşa Tirkiyeyê di meha sibatê de 7 caran êrişî çeperên YPGê kiriye. Di êrişa artêşa tirk a li hemberî gund û bajarokan de jî 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

    Navenda Ragihandinê ya YPGê bîlançoya operasyon û şerê meha sibatê eşkere kir. Li gorî bîlançoyê 171 çete hatine kuştin, gelek çek û cebilxane hatine desteserkirin û artêşa Tirkiyeyê jî 7 caran êrişî çeperên YPGê û 2 caran jî êrişî sivîlan kiriye û di şer û pevçûnên dijî grûbên terorîst de jî 89 şervanên YPG/YPJê jiyana xwe ji dest dane.

    Navenda Ragihandinê ya YPGê, bîlançoya şerê meha sibatê yê li dijî komên çeteyan û encamên êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî Rojavayê Kurdistanê eşkere kir. Bîlançoya ku tenê operasyonên YPGê têde cih digirin, yên HSDê nehatine hesibandin, wiha ye;

    Çalakî û operasyonên hêzên me: 20

    Şerê di operasyon û êrişan de rû da: 35

    Êrişên bi wesayîtên xwekujî: 6

    Hejmara kuştiyên dijmin: 171

    Termên çeteyan ên ketin destê hêzên me: 25

    Şerê encama we nehatiye zelalkirin: 17

    Amûr û çekên hatine rûxandin

    4 doçkayên 14,5 mm, 5 wesayîtên doçka barkirî, 7 wesayîten leşkerî, 3 wesayîtên bombe barkirî, 3 tank, 1 panzêr, 3 Navgînên Hewayî yê Bêmirov û doçkayek 37 mm.

    Amûr û çekên leşkerî yên ket destê hêzên me;

    Tevî 2400 fîşekan, 60 rextê û 52 jarjorên wê 21 çekên keleş, tevî 4 roketê wê û 2 roketavêja B-7, 2 çekên sekvanî brûno, 1 çekên sekvanî Zagros, 5 çifte, 3 demance, 2 doçkayên 12,5 mm, tevî 15 guleyên wê, 4 topên dojehê, 43 bombeyên destan, 12 bêtêl, dûrbînek, 10 rûpûşên xazê û hejmarek zedê amûrên tenduristî û gelek alavên leşkerî hatin bi dest xistin.

    Bi heman mijarî:

    YPG: ‘Tirkiye, kampên El Nûsrayê yên sînor diparêz e'
    YPG: Li Girê Spî 291 terorîst hatin kuştin
    YPG: Êriş ji aliyê Tirkiye û Reqayê pêk hat!
    Almanyayê biryara xwe eşkere kir: ‘PYD û YPG ne rêxistinên terorîst in'
    YPG: 11 terorîst hatin kuştin
    Fermandarê tirkmen: 'Eger YPG derîyên xwe venekira em ê bi qatlîamê re rû bi rû bimana'
    Etîketan:
    Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Artêşa Tirkiyeyê, Grûbên Terorîst, El Nûsra, DAIŞ, Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Ofîsa Ragihandina YPGê, Rojava, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de