00:59 19 Tebax 2017
Zindî
    Şervanên YPG

    Hêzên HSDê ber bi Reqqayê ve diçin

    © Foto: Sultan Tamo
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 8610

    Hêzên HSDê di operasyona 'Tolhildana Êlîn û Cûdî' ya li rojavayê çiyayê Kizwanê û bakur rojhilatê Reqqayê dane destpêkirin de, qadeke 153 kîlometro ji çeteyan paqij kirin.

    Rojava — Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a bi navê 'Tolhildana Êlîn û Cûdî' di roja 4emîn de bi awayekî serketî dewam dike.

    Li gorî agahiyên ku ji herêma operasyonê hatine bidestxistin, heta niha herêmeke ji 153 km2 ji terorîstên DAIŞê hatiye paqijkirin. Di şer de gelek çek û cebilxane jî hatine bidestxistin.

    Çek û cebilxaneyên hatine desteserkirin

    "Wesayîteke Jeep, wesayîteke Vann, 3 çekên BKC, 2 sindoqên guleyên BKC, 2 RPC, doçkayek 12.5, 5 sindoqên guleyên doçkayan 12.5, doçkayek 14.5, 3 zincîrên doçka, 11 hawanên 60 mm, 20 roket û alavên wê, 8 keleşkof, 1000 guleyên keleşkofan, 2 êlekên xwekujiyê, 3 bombeyên ku bi destan hatine çêkirin, çend bombeyên cûr bi cûr û 3 motorsîklet.

    Her wiha hat ragihandin ku operasyona HSDê ya li dijî grûbên terorîst bi hemû hêza xwe didome.

    Bi heman mijarî:

    HSD: ‘Em bi agirbestê ve girêdayîne û pêngava Rûsyayê girîng dinirxînin'
    HSD: ‘Em ê bersiva êrişên Tirkiyeyê nedin'
    HSD: ‘Tirkiya nahêle ku em li dijî DAIŞê şer bikin’
    HSD: ‘Tirkiye hetanî bixwaze bila êriş bike, em dev ji tekoşîna xwe bernadin'
    HSD: Artêşa tirk li mewziyên me dixin
    Etîketan:
    El Nûsra, DAIŞ, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), YPG, Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de