22:36 23 Tebax 2017
Zindî
    DAIŞ

    DAIŞê bi 3 wesayîtên bombekirî êriş kir: 5 kuştî û 9 birîndar

    © Foto: AP Photo/ Militant website via AP, File
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 967 0 0

    Terorîstên DAIŞê li bajarê Enbarê bi wesayîtên bombekirî êrişî baregeha milîsên Heşdî Şebî kirin.

    Navenda Nûçeyan — Terorîstên DAIŞê li bajarê Enbarê bi wesayîtên bombekirî êriş birin ser baregehekê milîsên Heşdî Şebî, di encamê de 5 milîsên Heşdî Şebî hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn.

    Çavkaniyekê ji Fermandariya Operasyonên parêzgeha Enbar li Iraqê ragihand ku di erîşeke terorîstên DAIŞê de ya ser baregeha milîsên Heşdî Şebî de 5 milîs hatin kuştin û 9 jî bi giranî birîndar bûn.

    Wî çavkaniyê ku nexwestiye nave xwê eşkere bike ragihand ku terorîstên DAIŞê bi sê otombîlên bombekirî êrîş birin ser kombûnekê milîsên Heşdî Şebî li navçeya Sibêhat û Rofa, di encamê de 5 milîsên Heşdî Şebî hatin kuştin 9 jî bi dijwarî birîndar bûn.

    Çavkanî di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘4 otombîlên Heşdî Şebî hatin rûxandin û navendeke ewlekarî rastî ziyanek mezin hat.

    Bi heman mijarî:

    Şêx Cefer: Gefên tûj li El Heşd El Şebî xwarin
    Pêşmerge û El Heşd El Şebî bi hev re şer kir: 17 mirî û 60 birîndar
    Li Xûrmatûyê aloziya navbera pêşmerge û El Heşd el Şebî dewam dike
    El Heşd El Şebî û pêşmergeyan şer kirin: 5 kuştî
    Îmarata Erebî: ‘Di navbera DAIŞ û Heşdî Şebî de cûdahî nîne'
    Etîketan:
    Heşdî Şabî, Artêşa Iraqê, DAIŞ, Enbar, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de