12:56 20 Tebax 2017
Zindî
    Mûsil, Îraq

    30 hezar leşker ji bo rizgarkirina Mûsilê amade ne

    © Foto: BasNews
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 25 0 0

    Hevpeymaniya Navdewletî raghand ku 30 hezar leşker wê beşdarî rizgarkirina Mûsilê bibin û ew leşker ji lîwayên Artêşa Iraqê û du lîwayên Pêşmerge pêk tê.

    Navenda Nûçeyan — Derbarê hejmara çekdarên ku wê beşdarî şerê rizgarkirina bajarê Mûsilê bibin, berdevkê Serkirdeyê Hevpeymaniya Navneteweyî Christopher Carver di kongreyeke rojnamevanî de got: ‘Welatiyê Iraqê heta niha bi pilana rizgarkirinê re mijûlin, gel çaverêdikin ku dawî ya vê salê Mûsil ji DAIŞê baqij bibe.'

    Derbarê hejmare leşkerên ku wê di proseya rizgarkirinê de beşdarbibin Carver da zanîn ku 30 hezar leşker wê beşdarî rizgarkirina Mûsilê bibin û ew leşker ji (8-12) lîwayên Artêşa Iraqê û du lîwayên Pêşmerge pêk tê.

    Berdevkê Serkirdeyên Hevpeymaniya Navneteweyî eşkere kir ku DAIŞê malbatên çekdarên xwe ji Mûsilê ber bi Reqayê ve dibe û mûçeyeke kêm jî dide wan.

    Bi heman mijarî:

    MÛSIL - 400 terorîstên DAIŞê êrişî pêşmerge kirin
    MÛSIL - DAIŞê çûn û hatinê qedexe kir
    Mûsil - Serhildan û operasyon! 60 kuştî 11 binçavkirin
    MÛSIL - 18 terorîstên DAIŞê hatin kuştin
    Riya Mûsil-Şedadê di bin kontrola hêzên kurd de ye
    Etîketan:
    DAIŞ, Lîwayên Pêşmerge, Lîwayên Artêşa Iraqê, Serkirdeyê Hevpeymaniya Navneteweyî, Christopher Carver, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de