22:10 21 Sibat 2018
Zindî
    Sînor

    YPG: ‘Tirkiye, kampên El Nûsrayê yên sînor diparêz e'

    © Foto: AA/ Orhan Çiçek
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi nûçegihanê Russiya Todayê (RT) Lizzie Phelanê re ragihandin ku terorîstên El Nûsrayê kampên xwe kişandin sînorê Tirkiyeyê û li wir têne parastin.

    Rojava — Hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi nûçegihanê Russiya Todayê (RT) Lizzie Phelanê re ragihandin ku terorîstên El Nûsrayê kampên xwe kişandin sînorê Tirkiyeyê û li wir têne parastin. Artêşa Tirkiyeyê bi awayekî daîmî piştgiriya wan û rêya îkmalê ji bo wan saz dike û çeperên wan ên sînor diparêz e.

    El Nûsra ji bo ku cihê wan diyar nebe alên xwe rakirin

    Li gorî agahiyên RTyê ku dispêre hêzên kurd, ji bo ku rêxistina terorîst a El Nûsrayê tev li agirbestê nebû û ji bo ku rastî êrişên hewayî neyên alên xwe rakirin. Digel vê jî ekîba RTyê çend alên ku li çeperan mabûn dîmênên wan girtin.

    Armanca Tirkiyeyê tenê piştgiriya grûbên terorîst e

    Her wiha li gorî RTyê ku spartiye hêzên YPGê, Tirkiye sponsoriya grûbên terorîst ên Sûriyeyê dike. Avakerê Artêşa Şoreşgeran Ebû Cuma Benwii di daxuyaniya xwe ya RTyê de got: ‘ Armanca Tirkiyeyê ku li qadêye tene ji bo piştgiriya grûbên terorîst e. Piştgiriya rêxistina terorîst a DAIŞê jî Tirkiyeyê tê. Artêşa Tirkiyeyê bi topbarana xwe ya dijî Rojava dixwaze axa me dagir bike.'

    Me nizanîbû ku dostên Sûriyeyê wiha xapînok in

    Benwii di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘ Heke dem bi paş ve vegeriya min ê biryarek cûda bida. Lewma herkesî xwest ku Sûriyeyê wêran bike, di dawiya dawî de jî yê ku winda kirin jî însan bûn. Me nizanîbû ku dostê Sûriyeyê wiha xapînok in.'

    Bi heman mijarî:

    ROJAVA - YPGê li sînorê Tirkiyayê xalên kontrolan danî'
    ROJAVA - Mayin teqiya 5 zarok hatin kuştin
    ROJAVA - Arteşe Tirkiyeyê Efrînê topbaran dike: Kuştî û birîndar...
    ROJAVA - RUDAW: Artêşa Tirkiyê derbasî Efrînê bû!
    ROJAVA - Tirkiyayê topbaran kir: 2 sivîl hatin kuştin û 2 zarok jî birîndar bûn
    Etîketan:
    Artêşa Tirkiyeyê, El Nûsra, YPG, DAIŞ, Sûriye, Tirkiye, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de