06:22 20 Sibat 2018
Zindî
    Mûrat Karayilan

    Karayilan: Dewleta tirk mexberê Herêma Kurdistanê dikole!

    © Foto: Besta Nûçe
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 20

    Endamê Komîteya Navendî ya PKKê Mûrat Karayilan daxuyanî da û got: ‘Tenê riyek heye, ew jî yekîtiya neteweyî ye. Dewleta tirk mexberê Herêma Kurdistanê dikole. Eger her alî dewletbûyîna Herêma Kurdistanê re qebûl bike jî AKP nake.'

    Navenda Nûçeyan — Endamê Komîteya Navendî ya PKKê Mûrat Karayilan derbarê bûyerên dawî, êrişên li dijî xeta boriyê, daxuyaniyên endamê PDKê û mijarên di rojevê de ji Roj Newsê re axivî û nirxandinên girîng kir.

    Mûrat Karayilan derbarê daxuyaniyên endamê PDKê Hemîn Hewramî de axivî û got: ‘Bi tu awayî niye an mebesteke me li ser Ranya û Qeledizê nîne. Ev yeka pilan û propagandaya dijminan in.'

    Mûrat Karayilan ragihand ku ji bo çareseriya hin pirsgirêkan wî bi xwe bi rayedarên Herêma Kurdistanê re hevdîtinan pêk aniye û got: ‘Di vê pêvajoyê de pêwîstiya me bi yekîtiyê heye. Piştî vê hin alî ji wan re dibêje ‘Eger hûn bi PKKê re têkiliyan xurt bikin û bi dewleta tirk re têkiliyan kêm bikin, hûn nikarin bibin dewlet.' Eger li Başûrê Kurdistanê dewleteke were avakirin û hemû alî vê yekê qebûl bike jî AKP qebûl nake. Ew AKPê qasê me baş nasnakin. Siyaseta AKPê, siyaseta şerê taybet e. Li ber te bira ye lê ji hêla din ve gora te dikole.'

    Karayilan bangê li siyasetmedar, medya û welatparêzên kurd kir ku lîstik û pilanên dijmin vala derxînin û got: ‘Ji ber ku li pêşiya me Newroz heye. Berxwedana me wê zêdetir be. Em hêvî dikin ku ji her çar perçeyên Kurdistanê  gelê me piştgiriyê bi de vê yekê.'

    Mûrat Karayilan herwiha derbarê êrişa li dijî xeta petrolê de jî ragihand ku tu eleqeya wan pê tune û got: ‘Eger ku dixwazin bila komîsyaneke hevpar were avakirin û ev derbarê vê mijarê de lêkolîn bê kirin.' 

    Bi heman mijarî:

    Dewleta tirk ji bo reşkirina ÎMCê, roportaja bi Karayilan re kiriye bahane
    Birayê Mûrat Karayilan hat binçavkirin
    Karayilan: ‘Hesabê axîna ciwanên kurd wê were pirsîn'
    Karayilan: Roj roja namûs û şerefê ye
    Karayilan: Ev xwîn li erdê namîne, wê tola wan were hilanîn
    Karayilan: ‘Kî ji xwe re dibêje 'ez mirov im' divê li malê rûnenê'
    Karayilan: ‘Yên xurt em in; yên bi ser bikevin jî em in'
    Etîketan:
    Newroz, xeta boriyê ya petrolê, AKP, PDK, PKK, Hemîn Hewramî, Murat Karayilan, Qeladiza, Ranya, Cizîr, Sûr, Herêma Kurdistanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de