19:57 18 Hezîran 2018
Xeta petrolê

PKK: Êrişên li dijî xeta petrolê ji aliyê MÎTê ve hatine kirin

© Foto : AA/ Sedat Budak
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 20

Navenda Parastina Gel (NPG) derbarê êrişên ku li dijî xeta petrolê hatiye kirin de vi daxuyaniyek ragihand ku tu eleqeya tevgera wan pê tine û got: ‘Ew çalakî ji hêla MÎTê ve hatiye kirin.'

Navenda Nûçeyan — Ajansa Nûçeyan a Firatê ragihand ku Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) derbarê êrişa li Siwêrekê ya li dijî xeta petrolê de daxuyanî da.

NPGê di wê daxuyanîyê de ragihand ku wan derbarê bûyerê de lêkolîn kiriye û û got: ‘Beriya niha li navçeya Siwêrekê û herî dawî li Hezexê li dijî xeta petrolê ya Kerkûk-Yumurtalikê êriş pêk hat û hin derdoran bi îdiayên neheq û nerast digotin ku ev çalakî ji aliyê Tevgera me ve hatiye kirin.'

Di daxuyaniya NPGê de derbarê encamên lêkolînê de wiha hat gotin: ‘Encama zelal a me b dest xistiye ev e; tu pêwendiya tevgera me û komên din ên welatparêz bi çalakiyên li hemberî xeta petrolê re nîne. Li gorî dîtina me; ev çalakî bi armanca provokasyonê ji aliyê MÎTê yan jî komên kontra yên ser bi MÎTê ve hatine kirin.'

Herwiha di daxuyaniyê de wiha hat gotin: ‘Xuya ye di vê pêvajoya dîrokî ya ku têkoşîna me ya azadiya Kurdistanê tê de ye, hin hêz dixwazin fitneyê bixin navbear hêzên Kurd û bi zêdekirina nakokiyan re provokasyonê biafirînin.'
Tê zanîn ku beriya niha hin rayedar û parlementerên Herêma Kurdistanê jî ragihandibûn ku ew çalakî ji hêla PKKê nehatiye kirin.

Bi heman mijarî:

Hêzên HPGê rêya Lice-Çewlikê girtin
Sererkaniya tirk: Çawîşekî pispor mir, yek jî birîndar e
HSDê operasyona ‘Tolhildana Cûdî û Êlîn' dan destpêkirin
Nasnameyên 8 şervanên YPGê hatin eşkerekirin
Nivîskara amerîkî: ‘Ez heyranê têkoşîna jinên kurd im'
Etîketan:
êriş, xeta petrolê ya Kerkûk-Yumurtalikê, MÎT, PKK, Navenda Biryargeha Parastina Gel (NPG), Herêma Kurdistanê, Kerkûk, Hezex, Siwêrek
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de