23:57 22 Sibat 2018
Zindî
    Şêxmeqsûd êriş - komên terorîst- topbaran

    Komên terorîst êrişî Şêxmeqsûdê kir: 1 qurbanî 5 birîndar!

    © Foto: ANHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Komên terorîst ên El Nusra û Ehrar el Şamê li, Helebê êrişî taxa kurdan Şêxmeqsûdê kirin û di encama topbarana wan de welatiyek sivîl hate qetilkirin, 5 kes jî birîndar bûn.

    Heleb - Ajannsa Nûçeyan a Hawarê ragihand ku terorîstên Ehrar el-Şam, El-Nusra û hevalbendên wan ku bi hev re êrişî taxa Şêxmeqsûd a Helebê dikin îro saet di 17.00an de careke din berê topên xwe dan taxê. Terorîstan li Çerxerêiya Cendûl û Riya Kastîlo bi cih bûne bi fîza, hawan û çekên giran taxê hedef digrin.

    şêxmeqsûd - topbaran- êriş - birîndar -
    şêxmeqsûd - topbaran- êriş - birîndar -

    Hat ragihandin ku di encamê topbarana vê êvarê de welatiyekî sivîl ê Şêxmeqsûd jiyana xwe jidest da û 5 jî birîndar bûn. Di nava birîndaran de 3 zarok jî hene, her wiha malên sivîlan jî ziyanên mezin dîtin.

    Li gorî nûçeyê navên birîndaran wiha ne: Mihemed Bekir 7 salî, Hemûda 7 salî, Nûr Nasan 16 salî, Ehmed Umer Qesab 33 salî, û Mehmûd Nasan 50 salî ye.

    Bi heman mijarî:

    Li Şêxmeqsûd topbaran: Qurbanî û birîndar hene
    Li Şêxmeqsûd 13 sivîl hatin kuştin û 197 jî birîndar in
    Li Şêxmeqsûd êriş: 5 welatî jiyanên xwe ji dest dan
    Efrîn û Şêxmeqsûd di bin êrişan de ne
    Balafirên rejîmê bombe li taxa Şêxmeqsûd barandin: 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
    Li Şêxmeqsûdê êriş: 16 sivîl birîndar bûn
    Etîketan:
    topbaran, êriş, Ehrar el Şam, El Nusra, Şêxmeqsûd, Heleb
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de