18:19 25 Sibat 2018
Zindî
    Li Stenbolê ji bo Sêvê, Pakîze û Fatmeyê çalakî

    3 jinên kurd hatin bibîranîn

    © Foto: ETHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Jinên Şirnexê di çarçoveya çalakiyên 8ê Adarê ya Roja Jinên Cîhanê de, 3 jinên kurd ên ku li navçeya Sîlopiyê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetlkirin li ser gorên wan hatin bibîranîn.

    Şirnex — Li Şirnexê di çarçoveya 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de Seve Demir, Pakize Nayir û Fatma Uyar ên ku li navçeya Sîlopiyê di encama êrişên hêzên dewletê de hatibûn qetlkirin, hatin bibîranîn.

    Jinên Şirnexî li taxa Gabar civiyan û ber bi goristanê ve meş lidarxistin. Dayika Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç û dayika Fatma Uyar jî tevlî merasîma bîranînê bûn. Di meşê diruşmên ‘Jin jiyan azadî' hatin avêtin

    Piştî rêzgirtinê Endama Navenda Şewirmendiya Jinan Zahîde Eda Bazenciroglu anî ziman ku ala berxwedanê yê ku hevalên wan ên jin heya îro anîne ew dê bilind bikin û wiha axaftina xwe dewam kir: ‘Roja ku jinên kedkarên tekstîlê hatîn şewitandin ve helwesta dewletê nehatiye guhartin. Li Cizîrê bi heman bihaneyê bedena hevalên me teşhîr kirin. Polîtîkayên qirêj yê ku heya îro li ser jinê ve hatî meşandin hê jî berdewam dike.'

    Herwiha peyama bavê Fatma Uyar Reşît Uyar ê ku li Girtîngeha Tîpa T a Şirnexê de girtiye li ser gorê hate xwendin.

    Bi heman mijarî:

    Kiliçdaroglu bersiv da AKPê: ‘Em ê çi biaxivin'
    Demirtaş: ‘AKP 25 madeyên Cenevreyê îxlal dike'
    Kurdistanê ji bo Rojava: ‘Bibin yek û federalîzmê bixwazin'
    Hêzên dewletê êrişî meşa 8ê Adarê kirin!
    Li Şemzînanê li dijî qerekolê êrîş
    Etîketan:
    Roja Jinên Cîhanê, silopî, bibîranîn, Merasîma 8ê Adarê, Eda Bazenciroglu, Mehmet Tunç, Sêvê Demir, Pakîze Nayir, Fatma Uyar, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de