10:26 22 Hezîran 2018
Kemal Kiliçdaroglu

Kiliçdaroglu bersiv da AKPê: ‘Em ê çi biaxivin'

© Foto : AA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu duhî di axaftina xwe de ragihandibû ku ji bo berdewamiya xebatên komisyona makezagonê em amade ne li ser masê bicivin.

Navenda Nûçeyan — Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu duhî di axaftina xwe de ragihandibû ku ji bo berdewamiya xebatên komisyona makezagonê em amade ne li ser masê bicivin, Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bersiva Davutoglu da û got: ‘ Em ê li ser maseyê çi biaxivin? Ne hewceyî bi dirêjkirina mijarê û ne jî feda wê tuneye.' Deriyê hevdîtinên makezagonê asê kir.

Dibêjin em ê pergala serokatiyê bînin

Kemal Kiliçdaroglu di civîna partiya xwe ya şaxa Duzceyê de axivî û got: ‘ Nêrînên me yên derbarê makezagonê de vekirî û zelal in. Partiya me bi dîrok, kevneşopî û bi rehêin xwe ve girêdayî ye. Ji Osmanî heta niha zanîneke me 200 salî ya parlamenteriyê heye. Em anîna pergala serokatiyê rast nabînin.'

Tenê dibêjin îradeya neteweyî

Kiliçdaroglu di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘Çî vê pergalê têk dibe? Qanûnên 12ê Îlonê, 12ê Adarê û hinek qanûnên ku ji terefê desthilatên dewrê cûda de hatine derxistin, werin em van rakin. Qanûnên ku di dewra derbeyên leşkerî de hatine derxistin wekî benda sedî 10 ya hilbijartinê werin em rakin û daxînin sedî 1ê. Lê vê jî qebûl nakin û tenê dibêjin îradeya neteweyî û îradeya neteweyî. Yanî dibêjin vê ceribandina 200 salî bavêjin ser sergo.'

Bi heman mijarî:

Kiliçdaroglu ji Erdogan re got: ‘Dîktatorê xerbende, şeref ji bo te tê çi wateyê?'
Kemal Kiliçdaroglu dîsa wekî serokê CHPê hat hilbijartin
Kiliçdaroglu: Berî ambulansan qedexeya weşanê derket
Kiliçdaroglu: Tu bi navê îxlalê balafira rûsî dixîne û diçe Iraqê dagir dike
Kiliçdaroglu: Divê kujerên Tahir Elçî werin eşkerekirin
Etîketan:
Komîsyona guherandina makezagonê, Serokwezîrê Tirkiyeyê, AKP, Partiya Komara Gel (CHP), Ahmet Davutoglu, Kemal Kılıçdaroglu, Duzce, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de