00:43 24 Hezîran 2018
Nivîskara amerîkî Janet Biehl

Nivîskara amerîkî: ‘Ez heyranê têkoşîna jinên kurd im'

© Foto: Harf Olver
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Têkoşîn û berxwedana jinên kurd yên li hember zilm, zordarî û dagirkeriyê li dinyayê nav daye û îro ji bo jinên cîhanê bûye wekî minakeke ber çavan.

Navenda Nûçeyan —  Li ser têkoşîna jinên kurd îro li gelek deverên cîhanê wekî qehremaniya jinên kurd tê binavkirin gelek nivîs, lêkolîn, nûçe, pirtûk hwd. hatine nivîsadin. Lewra berxwedana jinên kurd ne bi tenê berxwedaneke civakî û siyasî ye, her wiha berxwedana hebûnê ye.

Nivîskara amerîkî ya bi navê Janet Biehl ya ku xwe wekî heyrana bexwedana jinên kurd bi nav dike, bi sedema 8ê Adarê ji jinên KJAyê re nameyek şand û berxwedana wan silav kir.

Di nameya xwe de derbarê  hovîtiya dewleta tirk ya îro wekî li ser hemû gelên kurdistanê dimeşîne û bêhtir jî li ser jinên kurd dimeşîne de wiha got: ‘Dewleta tirk îro bi trajediyeke mezin ligel jinên tevgera azadiyê dixwaze hemû jinên kurd têk bibe. Tevlî berxwedana azadî û demokrasiyê ya jinên kurd dewleta tirk hemû jinên kurdan bi awayekî hovane qetil dike. Erdogan dibêje jin û mêr ne yek in û tenê alternatîfekê dide pêş jinan: ‘Dêtî'. Dewlet dixwaze jin tenê ji wan re zarokan bîne. Em dibînin ku zilm û qetlîamên Tirkiyayê yên li ser jinan her roj zêdetir dibe '

Nivîskara Amerîkî di wê nameya xwe de berxwedana jinên kurd wekî qehremaniyekê mezin binav dike û wiha dibêje: ‘Tevgera azadiya jinên kurd wekî serhildaneke li hember bêwijdaniya civaka zihniyeta erkê ya li rojhilata navîn e. Jinên kurd wê rol û hebûna jinê ji nû ve sererarst bike. Bi rastî ev wêrekî bi wan re he ye.  Di roja jinên cihanê de ezê behsa berxwedana we bikim. Ezê behsa we bi taybetî jî ji tevgerên jinên li welatê xwe re bikim. Ez soza vê yekê didim. Ez berxwedana we bi awayekî heyranmayî temaşe dikim û bi dil piştevaniya we dikim. Lewre piştevaniya navnetewî ya jinan hêzeke bêhempa ye.  Ez berxwedan û xweseriya jinên Cizîr, Sûr, Silopî û hemû jinên Kurdistanê ji dil û can silav dikim.'

Bi heman mijarî:

Demirtaş: ‘AKP 25 madeyên Cenevreyê îxlal dike'
Hêzên dewletê êrişî meşa 8ê Adarê kirin!
Li Nisêbînê teqîn!
Li Şemzînanê li dijî qerekolê êrîş
Li Sûrê bombe avêtin malekê: 1 jê giran 3 birîndar!
Li navçeya Kerboranê şer: 3 leşker hatin kuştin
Etîketan:
8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, jinên kurd, Kongreya Jinên Azad (KJA), Janet Biehl, Sûr, Cizîr, Tirkiye, Amerîka, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de