18:08 24 Hezîran 2018
demirtaş

Demirtaş: ‘AKP 25 madeyên Cenevreyê îxlal dike'

© Foto : AA/ Elif Öztürk
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 20

Selahattîn Demirtaş îro Lİ Amedê di civîna çapemeniyê de axivî û got: ‘AKP 25 madeyên Cenevreyê îxlal dike. Ku ji Davutoglu bê wê Sûrê bi bombeyan belawela bikin. Ew ev wehş û hov in.'

Amed - Hevserokê Giştê yê HDPê Selahttîn Demirtaş, Hevberdevka HDKê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Hevserokên KCDê Hatîp Dicle û Selma Irmak û Hevserokê DBPê Kamuran Yuksek, derbarê dorpêç û îmhaya ku tê xwestin li Sûrê pêk bînin, li avahiya HDPê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anîn.

Demirtaş derbarê çalakiyên duh de got: ‘Em spasiyên xwe ji gelên Amedê re pêşkeş dikin. Li 50 cihan dest bi meşê kirin. Bi dehezaran li qadan bûn. Li dijî provakasyonan ji bo gel hîşyar be me bang kir. Nehatin lîstikên AKP'ê. Seknekî bi biryar nîşan dan. Ji bilî êrîşa polîsan a li dijî gel tu tiştek nehat jiyîn.'

‘Divê gelê me her roj saet 16.00an de li ser piya be'

Demirtaş bi bîr xist ku banga wan berdewam dike û wiha dom kir: ‘Divê saet di 16.00an de her kes her roj bertekên xwe yên demokratîk nîşan bide. Li Sûrê pêkanînên dijmirovahî nayê rawestandin. Li dijî hevpeymana Roma û Cenevreyê ye. Bi tang û topan xirakirina bajêr sucê şer e. Ji bo ku ji sûcên bên darizandin xwe rizgar bikin qanûnek nû derdixin.'

‘Li Sûrê hêjî gelek welatiyên sivîl hene'

Demirtaş da xuyakirin ku ligel her tiştî gelê Amedê li ser piyan e û wiha got: ‘Li Sûrê piştî meşê û hin hevdîtinan hin welatiyên li Sûrê hatin texliyekirin. Lê hêjî agahiyek zelal ji wê derê nehatiye girtin. Hin ji wan xistin binçavan hin ji wan jî birin nexweşxaneyê. Em dizanin ku bi giştî 12 kes ji Sûrê hatine derxistin. Hêjî yên ku dixwazin derbikevin hene. Hewldanên me berdewam dikin.'

Bi heman mijarî:

Derbarê Demirtaş de lêpirsîna Sûrê
Demirtaş bang li gel kir: 'Ber bi Sûrê ve bimeşin'
Demirtaş : ‘Exlaqê şer heye lê ev bêehlaq in'
Demirtaş: Ciwan tevlê HDPê nabin, tevlê PKKê dibin
Demirtaş bi Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê re hevdîtin pêk anî
Etîketan:
Madeyên Cenevreyê, KCD, HDK, HDP, Gulistan Kiliç Koçyîgît, Hatîp Dicle, Selahattin Demirtaş, Kamuran Yuksek, Selma Irmak, Sûr, Amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de