18:09 25 Sibat 2018
Zindî
    Barak Obama û Recep Teyîp Erdogan

    Dibe rêxistina Birayê Misilman Tirkiye û Amerîkayê bîne beramberî hev

    © AP Photo/ Charles Dharapak
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Erdogan Toprak ragihand ku piştî krîza Tirkiye û Amerîkayê ya PYD û YPGê, vê carê jî rêxistina Birayê Misilman dibe vê krîzê kurtir bike.

    Enqere — Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Erdogan Toprak di nirxandina raporta heftane de ragihand ku piştî krîza Tirkiye û Amerîkayê ya PYD û YPGê, vê carê jî heke Amerîka rêxistina Birayê Misilman têxe lîsteya terorê dibe vê krîzê kurtir bike.

    Toprak di nirxandina raporta heftane de ragihand ku hemû cihan roja pêşî ku şer û pevçûn li Sûriyeyê dest pêkirin DAIŞ û El Nûsra tev li lîsteya terorîstan kirin, lê desthilatiya AKPê hetanî teqîna Reyhanliyê ew jî bi zorê xistê nava lîsteya terorîstan.

    Ma ne wê ji te bipirsin, pîvana te ya terorîstiyê çiye?

    Her wiha di berdewamiya raportê de tê gotin ku desthilatiya AKPê 14 salan piştgirî daye rêxistinên ku gelek dewlet wan bi terorîstî dinasin. Misir, rêxistina Birayê Misilman wekî terorîst dinase lê tu heval e, Îsraîl Hamasê bi terorîstî dinase tu bi protokola dewletê pêşwazî dike, hikumeta Iraqê Tarik El Haşimî bi terorîstî bi nav dike hûn mal, parastin, wesayît û ofîsê jê re texsîs dikin.

    Dibe dîsa Tirkiye û Amerîka di mijara terorîzmê de werin beramberî hev

    Erdogan Toprak di berdewamiya raporta xwe de destnîşan kir ku dibe dîsa hikumeta AKPê, Serokomar Erdogan û Serokwezîr Davutoglu ji bo rêxistina terorîst û terorîzmê werin beramberî hev. Kongreya Amerîkayê di 25ê Sibatê de rêxistina Birayê Misilman xiste nava lîsteya terorîzmê û gelek welatên wekî Misir, Sûriye, Erebîstana Siûdî, Rûsya û Îmarata Erebî jî ev qebûl kirin. Heke pêşnuma di Lijneya Giştî ya Meclîsa Nûneran de were pejirandin vê carê jî Erdogan û Davutoglu bi piştgiriya rêxistina terorîst dê werin tometbarkirin.

    Bi heman mijarî:

    Guardian: ‘Divê Erdogan bi YPGê re li hev bike'
    Baroya Stenbolê: Erdogan bi daxuyaniyên xwe sûc dike'
    Baroya Stenbolê: ‘Erdogan suç dike!'
    Arinç bi qerfî bersiva Erdogan da: ‘Ez jî te nas nakim'
    Erdogan: ‘Ez biryara Dadgeha Makezagonî nas nakim'
    Etîketan:
    El Nûsra, DAIŞ, Lijneya Giştî ya Meclîsa Nûneran, Rêxistina Birayê Misilman, AKP, Partiya Komara Gel (CHP), Erdogan Toprak, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de