01:53 25 Hezîran 2018
Binçavkirin

Operayonên siyasî li 5 bajaran dewam dike: 2 hevşaredar, gelek welati...

© REUTERS / Suzanne Plunkett
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Operasyonên siyasî ya ku dewleta tirk li dijî gelê kurd pêk tîn, berdewam dike. Li 5 bajaran di nav de 2 hevşaredarên kurd jî tê de gelek kes hatin binçavkirin.

ÊLIH

Li taxên Petrolkent û Gultepeyê yên Êlihê polês û tîmên taybet bi ser gelek malan de girtin. Di van serdegirtnan de xebatkarê Şaredariya Êlihê Halîs Tûran hat binçavkirin. Tûranê ku bahaneya binçavkirina wî nehat zanîn, şandin Muduriyeta Polîsan a Êlihê.

AGIRÎ

Li navçeya Agirî Bazîdê, polêsên tirk avêtin ser mala kesê bi navê Mehet Çete û di dema serdegirtinê de narincok avêtin hundirê malê. Ji ber teqîna vê bombeyê, xisarek mezin li malê bû. Di serdegirtina li taxa Yenîmahaleyê de Ahmet û Mehmet Çete, tevî 2 kesên din hatin binçavkirin û li Qereqola Polêsan a Ûlûyolê tên ragirtin.

Li navçeya Giyadînê jî hêzên dewletê danê sibehê avêtin ser gelek malan û Hevşaredara Giyadînê Hazal Aras, tevî Lutfu Demîr, Fevzî Kahraman û Ferhat Bîrgul bi bahaneya ‘endametiya rêxistinê' binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.

MÊRDÎN

Li navçeya Mêrdîn Dêrikê, Farûk Aydin û Sûphî Soylemez ên berî du rojan hatin binçavkirin, sewqî edliyeyê hatin kirin. Li vê derê Aydin serbest hat berdan, lê Soylemez bi îdîaya ‘endametiya rêxistinê' hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.

COLEMÊRG

Li Geverê di êrîşa polîsan a li hemberî Taxa Dîzelê de, ji aliyê hêzên dewletê ve Hevseroka Meclîsa Gel a Geverê Sîbel Çapraz birîndar bûbû û piştî mudaxleya lezgîn Çapraz sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Nexweşîna Hestiyan a Metîn Sabanci kiribûn. Piştî Çapraz tabûrcû bû hat binçavkirin û bi bahaneya ‘Endama rêxistinê' ye hat girtin. Çapraz di tedawiya xwe yî 96 rojan de tam 15 caran emeliyat bû û duh ji nexweşxaneyê derket. Lê dîsa jî hovîtiya sistema dewletê derket holê û ew hate girtin.

EDÎRNE

Li navenda bajarê Edîrneyê polêsan avêtin ser 8 malan. Di serdegirtinan de xwendekarên zanîngeha Trakya jî di nav de gelek HDPyî hatin binçavkirin. Binçavî birin Midûriyeta Emniyetê ya Edîrneyê.

Bi heman mijarî:

Li Şemzînanê li dijî qerekolê êrîş
FLAŞ ÎDİA- PKKê lî sînorê Kurdistanê helîkopterêke Tirkiyeyê xist
Salih Muslim: Di pilana wan de Srî Lanka heye!
Li Şêxmeqsûdê êriş: 16 sivîl birîndar bûn
Li Sûrê bombe avêtin malekê: 1 jê giran 3 birîndar!
Li navçeya Kerboranê şer: 3 leşker hatin kuştin
Etîketan:
operasyonên siyasî, girtin, binçavkirin, DBP, HDP, Şaredarîya Giyadînê, Halîs Tûran, Ferhat Bîrgul, Hazal Aras, Mehmet Çete, Suphî Soylemez, Faruk Aydin, Hevseroka Meclîsa Gel a Geverê Sîbel Çapraz, Dêrik, Edirne, Mêrdîn, Giyadîn, Gever, Êlih
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de