14:40 25 Sibat 2018
Zindî
    El Nûsra

    Terorîstan êrişî hêzên kurdan kirin: 70 kuştî 100 birîndar

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Hat ragihand ku hêzên kurd di şerê Helebê yên li dijî terorîstên Eniya el Nûsra û Ehrar uş Şamê de tekoşîneke xweş dane û milîtanên terorîst ji ber berxwedana kurdan reviyane. Di encamê de 70 terorîst hatin kuştin û 100 jî birîndar bûn.

    Heleb — Çavkaniyeke Hêza Parastina Gel (HPG) ragihand ku hêzên kurd di şerê Şamê yên li dijî terorîstên Eniya el Nûsra û Ehrar uş Şamê de tekoşîneke xweş dane û milîtanên terorîst ji ber berxwena kurdan reviyane.

    Li gorî nûçeya ANHAyê ya ku ji çavkaniyeke HPGê hatiye standin şerê di navbera komên terorîst û şervanên kurd de şerekî dijwar qewimiye û di encama şer de 70 terorîst hatine kuştin û terorîst ji bajêr reviyane.

    Li gorî nûçeyê, El Nûsra xalên hewayê yên Artêşa Sûriyeyê bi kar anî û bi moşekan êrişî ser taxên kurdan yên li Helebê kir.

    Çavkanîyê HPGê got: ‘ Hêzên kurd di şerên li dijî Eniya el Nûsra û Ehrar uş Şamê de bi awayekî qehremanî bi ser ketin. Li gelek taxan şerên dijwar qewîmîn. Li gorî agahiyên ku hatin destên me 70 terorîst hatin kuştin û bi qasî 100 terorîst jî birîndar bûn û yên mayî jî reviyane.

     

     

    Bi heman mijarî:

    TAYBET - Hîdo: Tirkiye çekan ji El Nûsra û Ehrar uş Şamê re dişine
    TAYBET - YPG: Tirkiye, El Nûsra û rêxistinên din perwerde dike
    YPG: Li Helebê 2 çeteyên El Nûsra hatin kuştin
    TAYBET- ENKS: 'El Nûsra rexistineke terorîst e, lê Ehrar-ûş Şam na'
    El Nûsra li Helebê malên kurdan dan ber top û hawanan, kuştî û birîndar hene
    Etîketan:
    Hêzên kurd, Hêzên Parastina Gel (HPG), Ehrar uş-Şam, El Nûsra, Sûriye, Heleb
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de