13:57 18 Sibat 2018
Zindî
    Êriş - operasyon - şer - komkujî

    Dozger got 'Ewlehiya min tune' û neket jêrzemîna hovîtiyê

    © Foto: Ozgur Gundem
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Cizîrê çend roj berê di jêrzemînên avahiyan de dewleta Tirkiyayê komkujî pêk anîtibû. Dozgeriya Komarê ya Cizîrê ji bo ku li vir lêkolînan bike got: ‘Ewlehiya canê min tuneye, ez nakevim jêrzemînan û lêkolîn nakim.'

    Şirnex — Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hêzên dewletê li taxa Cûdî di jêrzemînan de komkujî pêk anîbû û herî kêm 150 welatî qetilkiribûn. Piştî li Cizîrê nava rojê rêveberiya awarte hat rakirin, Dozgerê Komarê yê Cizîrê piştî çend rojan hate kolana Bostanci ya taxa Cûdî ku lêkolîn bike. Lê dozger bi "hinceta ewlehiya min tuneye" daneket jêrzemînê.

    Herwiha kesên ku jib o lêkolînên hatibûn bê dozger lêkolînan kirin.

    Parêzer û parazvanên mafên mirovan jî xwestin li cihê bûyerê lêkolîn bikin. Lê ev daxwaza parêzeran hat redkirin. Hat diyarkirin ku polisan li jêrzemînê lêkolîn kir, delîlan li cihê bûyerê kom kirin. Parêzerên ku daxwazên wan hatin redkirin bertek nîşanî polisan dan û diyar kirin ku 'li vir lîstika şano tê lîstin.'

    Bi heman mijarî:

    SÛR - 91 roj in nikarin ji malên xwe derkevin!
    Tirkiye, li ser moşekên ku davêje Ezazê ‘ji bo xatirê Sûr û Cizîrê' dinivîse
    KCK: Wê Kurdistan hemû bibe weke Cizîr, Sûr û Sîlopî!
    Davutoglu: Dibe Cizîr û Gever bibin parêzgeh
    Etîketan:
    Parêzerên mafên morovan, cûdî, Şirnex, lêkolîn, komkujî, Dozgerê Komarê yê Cizîrê, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de