16:48 25 Hezîran 2018
Helîkopter

FLAŞ ÎDİA- PKKê lî sînorê Kurdistanê helîkopterêke Tirkiyeyê xist

© Foto : RT Twitter
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 44

Li gorî îdiaya televîzyona Russiya Todayê (RT) helîkoptera artêşa Tirkiyeyê ku li Herêma Kurdistanê tev li operasyonê bû ji terefê endamên PKKê ve hat xistin û 6 leşker jî hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan — Li gorî îdiaya televîzyona Russiya Todayê (RT) helîkoptera artêşa Tirkiyeyê ku li Herêma Kurdistanê tev li operasyonê bû ji terefê endamên PKKê ve hat xistin û 6 leşkeran jî jiyana xwe ji dest dan. RTyê nûçeya xwe sparte malpera Signs of the Times (SOTT).

Li gorî nûçeya RTyê helîkoptera artêşa Tirkiyeyê dem ali Herêma Kurdistanê sortî dikir ji terefê endamên PKKê ve hat xistin. Rayedarên Tirkiyeyê hê jî derbarê bûyerê de heta niha tu daxuyanî nedane, lê yek ji berpirsê Tora Enformasyona Kurd a Amerîkayê Kanî Xulam di hevpeyvîna xwe ya RTyê de bûyera xistina helîkopterê serast kir.

Kanî Xulam di hevpeyvîna xwe ya RTyê de got: ‘ Enqere, di operasyonên xwe yên dijî kurdan de windayiyên xwe vedişêre. Enqere bi van veşartiyan dixwaze bêje artêşa Tirkiyeyê tucarî têk naçe. Di bûyeran de gelek leşker dîl jî têne girtin, lê hikumeta Tirkiyeyê van rastiyan eşkere nake.'

​Ji aliyê din ve malpera SOTTê ku nûçeya xwe spartiye Navenda Çapemenî ya Sûriyeyê li Iraqê îdia kir ku, endamên PKKê di 16ê Sibatê de bi çekên lûledirêj helîkoptera S-70 Black Hawk (Bazê Reş) a Tirkiyeyê li nêzî sînorê Colemêrgê xistin û di helîkopterê de 6 leşkerê Tirkiyeyê jî jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha malpera SOTTê ajansa Reutersê jî wekî çavkanî nişanda. Malperê di nivîsa xwe de îdia kir ku di meha tebax û mijdarê de li bajarê Şirnexê du helîkopterên din ên artêşa Tirkiyeyê hatine xistin.

Bi heman mijarî:

Helîkopter ket xwarê, 12 kes mirin
Li Egeyê helîkopter ket: 3 pîlotan jiyanên xwe ji dest dan
Artêşa Tirkiyeyê darê zeytûnan ên Efrînê dibire û dîwar ava dike
Robert Fisk: ‘Sedema aciziya Tirkiyeyê, serkeftinên artêşa Sûriyeyê ne'
Artêşa Sûriyeyê rêya terorîstan bi ser Tirkiyeyê ve birî
Etîketan:
Navenda Çapemenî ya Sûriyeyê li Iraqê, Signs of the Times (SOTT), Russiya Today (RT), Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), Artêşa Tirkiyeyê, Kanî Xulam, Tirkiye, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de