02:16 22 Sibat 2018
Zindî
    Dadgeh

    Ji bo îlankirina xweseriyê re cezayên giran tên xwestin

    © Flickr/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Operasyonên siyasî yên li ser siyasetmedarên kurd bênavber berdewam in. Niha jî kesên ku xweseriya demokratîk îlan kirine ji bo wan cezayên giran tên xwestin.

    Êlih — Operasyonên siyasî yên li ser siyasetmedarên kurd bênavber berdewam in. Piştî ku dewleta tirk li bajarên kurdan di 24ê tirmeha 2015an de konsepta şerê taybet da destpêkirin, gelê kurd jî li gelek navendan xweseriyên demokratîk îlan kirin. Yek ji wan bajarên ku xweseriya demokratîk lê hate îlankirin jî Êlih e. Piştî îlankirina xweseriya demokratîk dozgeran derbarê 54 kesên ku tevlî daxuyaniyê bûne doz vekir.

    Di nava wan kesên ku ceza ji bo wan tên xwestin de Parêzer Ocalan Mehdi Oztuzun jî he ye. Oztutun derheqê cezaya ku ji wan re tê xwestin de bertek nîşan da û got: ‘Bi van cezayan û dozan dixwazin vîna gel bişkînin. Nikarin çavên me bitirsînin.'

    Em bi van cezayan bi paşve gav navêjin. Em daxwaz û îlankirina xweseriyê wek sûc nabînin. Em qebul nakin ku me bi vî awayî krîmînale bikin û daxwaza me piçûk bixîn. Em ê jî li hember vê yekê helwesta xwe ya polîtîk deynin holê.

     

    Bi heman mijarî:

    6 endamên DEV-LISê hatin binçavkirin
    Operasyonên siyasî berdewam dikin: 20 binçavkirin!
    Li Norşîna Bedlîsê 5 endamên DBPê hatin binçavkirin
    2 hevserokên kurd hatin binçavkirin û yek jê hat girtin
    Etîketan:
    şer û pevçûn, bajarên kurdan, cezayên giran, xweseriya demokratik, Dozgeriya Êlihê, Mehdi Oztuzun, Abdulah Ocalan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de