19:23 21 Hezîran 2018
êriş - bombebarankirin - şer - şêxmeqsûd

Terorîstan êriş kir: 2 qurbanî 25 birîndar

© Foto: ANHA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Di topbarana terorîstên Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam bi çekên giran êrîşî Şêxmeqsûd de kirin. Di encamê de 2 welatîyên sivîl jîyana xwe ji dest dan û 25 kes jî piranî zarok birîndar bûn.

Şêxmeqsûd — Li gorî agahiyên ku nûçegîhanên ANHAyê ji taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê ragîhandine, terorîstên Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam bi çekên giran wekî cereyên gazê û fûzayên bi destan hatin çêkirin ji Çerxerêya Cendûl, Koalna Kastîlo û Şikêf êrîşî taxa Şêxmeqsûd kirin.

Gelek top li bazara sebze û hin deverên sivîl ên taxê ketin, di encamê de 2 hem welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 25 kes jî piraniya wan zarok birîndar bûn.
Topbaran terorîstan berdewan dike.

Bi heman mijarî:

Li Şêxmeqsûd 13 sivîl hatin kuştin û 197 jî birîndar in
Li Şêxmeqsûd topbaran: Qurbanî û birîndar hene
Li Şêxmeqsûd êriş: 5 welatî jiyanên xwe ji dest dan
Şêxmeqsûd - YPG: 16 terorîst hatin kuştin
Balafirên rejîmê Şêxmeqsûd bombebaran kirin: 4 kuştî, 8 birîndar
Êrişên li ser Şêxmeqsûd didomin
Etîketan:
Ehrar El-Şam, El Nûsra, terorîst, sivîl, birîndar, kuşti, Şêxmeqsûd
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de