06:48 18 Hezîran 2018
Alîkariya însanî

Ji Moskova û Şamê bo Hemayê alîkariya însanî

© REUTERS / Syrian Arab Red Crescent
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov ragihand ku ji bo bajarê Hemaya Sûriyeyê 2 hezar pakêtên alîkariya însanî hatin şandin.

Moskova — Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov di civîna rojnamevanî de ragihand ku hikumetên Rûsya û Sûriyeyê ji bo bajarê Hemaya Sûriyeyê 2 hezar pakêtên alîkariya însanî hatin şandin. Di nava pakêtan de masî, goşt, birinc, şoqil û fasolî hene û di pakêtên ji bo zarokan de jî şekir, gofret û pasta hene.

Pêşî tirsiyan û reviyan, lê paşî hatin

Konaşenkov di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘ Dema hêzên ewlehiyê ji bo belavkirina pakêtên alîkariyê çûne gundê Kubeyr yê Hemayê însanên wir pêşî tirsiyan û reviyan lê dema ku fêhmkirin alîkariya însaniye vegeriyan. Ji bo ku 1/3 şêniyên gundê Kubeyrê ji terefê El Nûsrayê ve hatine kuştin. Lê dema ku fêhmkirin me ji wan re av, xwarin û bijîşk biriye tirsa wan ji ser wan çû.'

Însan fêdeya agirbestê fêhm dikin

Berdevkê wezaretê di dirêjiya axaftina xwe de got:' Agirbest bi tempoyeke baş bi pêş ve diçe, sedema vê jî însan fêdeya agirbestê bi çavê xwe dibînin.

Li Hemayê 30 cihî agirbest qebûl kir

Ji aliyê din ve berpirsê navenda şopandina peymana agirbestê yê Hemayê German Rudenko di daxuyaniya xwe ya çapemenî de got: ‘ Li Hemayê ji 30î zêdetir cih peymana agirbestê îmze kirin. Li gorî peymanê mixalif dê li hemberî hikumetê çek bi kar neîne û hêzên dewletê wê vegerin wan herêman.'

Bi heman mijarî:

Rûsya: ‘Agirbest wê ne ji bo du hefteyan be'
Rûsya: ‘Em agirbestê bi peyk, NHB û bi keştiyên fezayê dişopînin'
Davutoglu: Rûsya, Esad û PKKê bi hev re îtifaq kirine
Rûsya: ‘Divê sînorê Tirkiye û Sûriyeyê were girtin'
Rûsya: ‘Li Cenevreyê modela federal a Sûriyeyê ava bibe, tu kes li dijî dernakeve’
Etîketan:
Alîkariya însanî, Hikumeta Sûriyeyê, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, German Rudenko, Îgor Konaşenkov, Hema, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de