16:19 22 Îlon 2017
Zindî
    Bulent Gunduz

    Derhênerê kurd xelata Ewropayê red kir: 'Hûn durû ne, komkujiya li dijî kurdan nabînin'

    © Foto: Sînemaya Kurdî
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3910

    Fîlma “Kurdistan Kurdistan”ê ya derhêner Bulent Gunduz, roja 27ê Sibatê di Festîvala Navneteweyî ya Fîlmên Sînemagerên Cîhanê de rêza yekemîn bi dest xist; lêbelê derhênerê kurd bi çalakiyeke protestoyî xelata ewropiyan wernegirt.

    London — Derhênerê kurd Bulent Gunduz ji Rûdawê re diyar kir ku welatên ewropî derbarê kurdan de “siyaseteke durû” dimeşinin û ji ber wê yekê xelata wan a ji bo fîlma xwe ya “Kurdistan Kurdistan”ê wernegirtiye.

    Bulent Gunduz wiha got: ‘Me heta niha xelatên xwe diyariyî zarokên penaber ên ku li ser riyan jiyanên xwe ji dest dane û şehîdên ku hatine qetilkirin kiriye. Min ji bo kesên ku li hemberî vê trajediya kurdan bêdeng dimînin, ew xelat protesto kir û min got dê zêdetir bandorê bike.’

    Gunduz eşkere kir ku berovajiyê Tirkiyê li welatên din bandoreke girîng a hunermendan li ser rêvebiran siyasî heye û îro ji her tiştî zêdetir pêwistiya kurdan bi lobiyê heye.

    Derhênerê kurd destnîşan kir ku niha kurd rastî “tevkujiyên” herî mezin tên; lê nêzîkî azadiyê jî bûne û wiha got: ‘Heta ku hêzên siyasî yên tevahiya Kurdistanê nebin yek em bi pêş nakevin. Heke em ji dest berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî yên şexsî berdin û tifaqeke neteweyî pêk bînin, em ê bikaribin çarenîvisa xwe jî diyar bikin.’

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: ‘Agirbest wê ne ji bo du hefteyan be'
    Keleşkov (AK) tifinga otomatik ya êrişê
    Neteweyên Yekbûyî ji bo parastina mafên mirovan sipasiya Kurdistanê kir
    Demîrtaş ji Ala re got: ‘Tirsa me tenê ji Xwedê ye'
    Li Endonezyayê 7.9 erdhej pêk hat
    Etîketan:
    tifaqa neteweyî, berjewendiyên aborî û siyasî yên şexsî, hêzên siyasî yên tevahiya Kurdistanê, lobiya kurdî, rêvebiran siyasî, bandora girîng a hunermendan, fîlma “Kurdistan Kurdistan”ê, siyaseteke durû, welatên ewropî, Bulent Gunduz
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de