01:39 22 Gulan 2018
    YJA STAR

    Ji HPGê derbarê çalakiyên Şirnex û Mêrdînê de daxuyanî

    © Foto : Bestanuçe
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 62

    HPGê bi daxuyaniyek ragihand ku di encama çalakiyên li Mêrdîn û Şirnexê de 3 leşkerên tirk hatine kuştin.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê, Fermandariya HPGê derbarê  çalakiyên li Şirnex û Mêrdînê de daxuyaniyek nivîskî weşand û agahiyan parve kir.

    HPGê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hêzên wan 29ê Sibatê li li ser rêya di navbera gundên Selekûnê û Xerabê yên girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê, li hemberî leşkerên di nav tevgera operasyonê de bûn çalakiya sabotajê li dar xistin û di encamê de 3 leşker mirin û gelek leşker jî birîndar bûne.

    Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku şervanên HPGê li nêzî gundê Xelîla yê girêdayî navçeya Kerboran a Mêrdînê li hemberî helîkopterek Skorsky a ji qadê derbas dibû, çalakî li dar xistine û helîkopterê derp kirine.

    Derbarê van agahiyan de ji hêla rayedarên tirk tu daxuyanî nehatiye kirin.

    Bi heman mijarî:

    HPG û YBŞ: 5 hezar şervanên me wê beşdarî operasyona Mûsilê bibin
    HPG: ‘Bomberdûmanên artêşa tirk dewam dikin'
    HPG: ‘Çalakiya li ser rêya Amed-Çewlikê hişyariyek e'
    HPG: ‘Li Qoserê 5 tîmên taybet hatin kuştin'
    HPG: ‘Ji bo parastina Kerkûk û Kurdistanê em beşdarî operasyona Mûsilê dibin’
    HPG: Balafirên şer herêmên Avaşîn, Zap, û Metîna bombe kirin
    HPG: Li Şirnexê 9 polês hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn
    Etîketan:
    çalakî, daxuyanî, HPG, Şirnex, Mêrdîn, Kerboran, Hezex
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de