04:46 19 Çile 2018
Zindî
    Fîgen Yuksekdag

    Yuksekdag: ‘Destana berxwedana jinê li Silopiyayê hat nivîsandin’

    © Foto: Cesim İlhan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hevseroka Giştî ya HDPê Fîgen Yuksekdag, di destpêka çalakiyên 8ê Adarê ya Roja Jinên Cîhanê ya li Sîlopyayê de diyar kir ku destana rastîn a berxwedana jinan li Silopiyayê tê nivîsandin.’

    Şirnex — Tevgera Jinên Azad (KJA), îsal starta çalakiyên 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li navçeya Sîlopyayê ya Şirnexê da destpêkirin û bi sedan jin li ber avahiya HDPê ya Silopiyayê çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de Hevberdevka HDKê Gulistan Kiliç Koçyigit, Hevseroka Giştî ya HDPê Figen Yuksekdag, parlamenterên HDPê Aycan Irmez, Burcu Çelik Ozkan, Gulser Yildirim, Çaglar Demirel û Besime Konca jî amade bûn.

    Jin bi laçikên xwe yên spî beşdarî çalakiyê bûn û demeke dirêj bênavber siloganên ‘Bijî berxwedana Cizîre’ û ‘Bijî Serok Apo’ bilind kirin. Amadekaran ev çalakî wekî “dîyarî ji bo her sê jinên siyasetmedar ên kurd Pakize Nayır, Sêvê Demîr û Fatma Uyar” destnîşan kirin.

    Di çalakiyê de Hevseroka Giştî ya HDPê Figen Yuksekdag diyar kir ku berxwedana berî niha çend meh berê dîroka lehengî û têkoşînê ya jinan û gel li Sîlopyayê hat nivîsandin û wiha dewam kir: ‘Ger ku destana têkoşîna jinê bê bipirsin, hûn dê bêjin ev têkoşîn li Silopiyaye hatiye nivîsandin. Hûn dê bibêjin ligel Sêvê, Pakize û Fatmayê bi dehan jinên Silopiyayê li vî bajarî destana rêveberiya cewherî û azadiyê nivîsandin.’

    Etîketan:
    Encamnameyê HDKê, HDP, KJA, Burcu Çelik Ozkan, Figen Yuksekdag, Şirnex
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de