09:20 27 Nîsan 2018
    bekir bozdag

    Wezîre tirk sînyala komkujiyeke din da!

    © Foto : hürseda
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê Koma HDPê Îdrîs Baluken, di axavtina xwe ya li meclisê de ragihand ku li navçeya Sûrê bi sedan welatiyên sivîl li hemberî komkujiyeke rû bi rû ne û li ser vê yekê wezîrê tirk Bozdag got: ‘Li Sûrê keseke sivîl tune.'

    Enqere — Li navçeya Sûrê ku 91 roj in di bin êrişên hêzên dewleta tirk de ye û heta vê demê gelek welatiyên sivîl hatine qirkirin li hemberî komkujiyeke wekî ya Cizîrê rû bi rû ne.

    Derbarê vê mijarê de Cîgirê Koma HDPê Îdrîs Baluken li meclisa tirk axavtin kir û vê yekê anî ziman.

    Piştî axavtina Baluken Wezîrê Dadê yê tirk Bekir Bozdag bersiv da û li navçeya Sûrê hebûna welatiyên sivîl ku hemû dinya pê dizane înkar kir û ragihand ku li wir welatiyên sivîl tune.

    Tê zanîn ku dewleta tirk heman ferasetê li Cizîrê jî pêk anî û hêzên artêşê bi sedan welatiyên kurd qirkirin. Bi vê gotinên wezîrê tirk jî dîsa tê xuyakirin ku bi heman ferasetê li navçeya Sûrê jî komkujiyeke nû pêk bînin.

    Herwiha wî wezîrê tirk tişteke balkêş û ji dûrê aqilan anî ziman û Mehmet Tunç û ku li Cizîrê hêla artêşa tirk ve di jêrzemîna wehşetê de bi awayekî hovane hat qirkirin jî weke ‘Qaymeqamê KCKê ‘ bi nav kir.

    Bi heman mijarî:

    Mehmet Tunç û birayê wî hatin definkirin
    KNK: ‘Di operasyonên Tirkiyeyê de nêzî 5 hezar kes hatin kuştin'
    Li Dêrsimê operasyona leşkerî
    Artêşa tirk navçeya Herêma Kurdistanê bombe dike!
    Baroya Stenbolê: Erdogan bi daxuyaniyên xwe sûc dike'
    Etîketan:
    meclisa tirk, HDP, Mehmet Tunç, Îdrîs Baluken, Bekir Bozdag, Tirkiye, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de