09:19 27 Nîsan 2018
    2 zarokên hatin kuştin li Liceyê hatin oxirkirin

    Mehmet Tunç û birayê wî hatin definkirin

    © REUTERS / Sertaç Kayar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cenazeyên Hevserokê Meclîsa Gelê Cizîrê Mehmet Tunç û birayê wî Orhan Tunç bi merasîma ku hezaran kes beşdar bûn ve hatin definkirin.

    Cizîr - Cenazeyên Hevserokê Meclîsa Gelê Cizîrê Mehmet Tunç ê dema li Cizîrê de jêrzemina hovîtiyê de bû gotina ‘Em çog naşikînin, bila gelê me bi me ser bilind be' bi kar anîbû û birayê wî Orhan Tunç bi merasîma ku hezaran kes beşdar bûn ve hatin definkirin.

    Di merasîmê de bênavber diruşma ‘Botan bi we serbilind e' hate berzkirin de Hevserokê Meclîsa Gel a Şirnexê Umran Yîgît wiha got: ‘Binêrê Heval Mehmet, mizgînî li te bihar hat. Bihara ku bi hesret li bendê bûn hat.'

    Hevseroka KCDê Selma Irmak, Hevseroka Giştî ya HDPê Fîgen Yuksekdag, gelek parlamenter, Hevserokên meclîsa Gel a Şirnexê Umran Yîgît û Ayşe Çîftçî, rêveberên HDP, DBP û MEYADERê jî tevlî merasîma cenayê ya li Goristana Nalaroyê ya li taxa Behçelîevlerê bûn. Li goristanê sirûda ‘Ey Reqîb' hate xwendin û rêz hate girtin.

    Di merasîmê de Selma Iramak, Figen Yuksekdag, nûnerên MEYA-DERê axavtinan kirin.

    Dayika herdu birayan got: ‘Mehmet û Orhan tenê ne şehîdên min in. Ew şehîdên Kurdistanê ne. Serê me teva,serê gelê Kurdistanê sax be.'

    Piştî axaftinan birayên Tunc li cem kesên din yên ku di berxwedana xweseriyê de jiyana xwe ji dest dane hatin definkirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Operasyonên siyasî berdewam dikin: 20 binçavkirin!
    Guardian: ‘Divê Erdogan bi YPGê re li hev bike'
    Tirkiyayê êrişên li dijî meqberên kurdan berdewam dike: Şêxulîslam Deraşî ...
    Baroya Stenbolê: Erdogan bi daxuyaniyên xwe sûc dike'
    Rûsyayê dîroka hevdîtinên Cenevreyê eşkere kir
    Etîketan:
    DBP, KCD, HDP, MEYA-DER, Umran Yigit, Sultan ırmak, Figen Yuksekdag, Orhan Tunç, Mehmet Tunç, Şirnex, Cizîr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de