10:29 24 Çile 2018
Zindî
    Artêşa Tirkiyeyê

    KNK: ‘Di operasyonên Tirkiyeyê de nêzî 5 hezar kes hatin kuştin'

    © Foto: DHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Kongreya Netweyî ya Kurdistanê (KNK) Selahadîn Soro îdia kir ku di operasyonên Tirkiyeyê yên li dijî PKKê de nêzî 5 hezar kes hatin kuştin.

    Navenda Nûçeyan — Berdevkê Kongreya Netweyî ya Kurdistanê (KNK) Selahadîn Soro ji ajansa RIA Novostiyê re axivî û îdia kir ku di operasyonên Tirkiyeyê yên li dijî PKKê de li gorî texmînê me sivîl, çekdarên kurd, polês û leşker jî di nav de nêzî 5 hezar kes hatin kuştin.

    Tirkiye doneyên xwe bi kesî re parve nake

    Soro di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘ Em hejmara rast nizanin û li gorî min hejmara kuştiyan kêm tê nişandan. Tenê li Cizîrê bi sedan aktîvîstê kurd di bin dorpêça êrişên de man. Rayedarên Tirkiyeyê destûra destûra berhevkirina doneyan nade û tu agahiyan bi kesî re parve nake.'

    DAIŞ û El Nûsra, li Sûriyeyê hevkariyê dikin

    Nûnerê KNKê di dirêjiya axaftina xwe de got: ‘ Rêxistinên terorîst ên DAIŞ û El Nûsra li Sûriyeyê li dijî hêzên kurd û artêşa Sûriyeyê hevkariyê dikin. Berê ev her du rêxistinên terorîst car caran li dijî şer dikirin, lê niha li Heleb û Ezazê bi hev re êrişî hêzên kurd dikin.'

     

     

    Bi heman mijarî:

    KNK: ‘HDPê serketinek mezin bi dest xist'
    KNK: ‘15emîn kongreya xwe li dar dixe'
    Komîsyona Karên Derve ya KNKê civiya
    Hevseroka KNKê: Bila Barzanî piştî hilbijartinên Tirkiyê kongreya netewî pêk bîne
    Etîketan:
    PKK, El Nûsra, DAIŞ, Artêşa Tirkiyeyê, Ajansa RIA Novostiyê, Kongreya Netweyî ya Kurdistanê (KNK), Selahadîn Soro, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de