23:58 19 Nîsan 2018
    Mele Mistefayê Barzanî

    PAK: ‘Azadiya Kurdistanê dê xelata herî mezin be ji bo Barzaniyê nemir’

    © Foto : Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi boneya salvegera 37emîn a wefata Mela Mistefayê Barzanî peyamek belav kir.

    Amed — Îro 1ê Adarê ye û 37emîn salvegera wefata Mela Mistefayê Barzanî ye. PAKê, bi boneya vê salvegerê peyameke nivîskî belav kir û ragihand ku Mela Mistefayê Barzanî rêberekî dîrokî û mezin ê kurd û Kurdistanê ye; azadiya Kurdistanê dê bibe xelata herî mezin ji bo Barzanî.

    Di peyamê de wiha hate gotin: ‘Mela Mistefa Barzanî bi rêbaz, xebat û têkoşîna Şêx Ebdulselam Barzanî û Şêx Ehmed Barzanî û di medreseya welatperweriya wan de perwerde bûye, rêbaza Barzaniyê nemir, berdewamiya rêbaza Rêxistina Azadî ya Xalid Begê Cibrî, ya Xoybûnê, ya Komara Kurdistanê ye. Ew berdewamiya doza Şêx Seîd, Seyid Riza, Îhsan Nûrî û Qazî Mihemed e.’

    Di benda dawîn a peyama PAKê de wiha hate gotin: ‘Xebat û têkoşîna Mele Mustafa Barzanî îro jî ji bo hemû kurdên cîhanê cihê rêzê û hêviyê ye. Barzanî pêşmergeyek bû, serfermandarek bû, rêberek bû. Di qada navneteweyî de cihekî wî yê girîng hebû. Serokê partiya xwe, yê miletê xwe, yê welatê xwe bû. Xebat û têkoşîna wî xebat û têkoşîna me ye. Azadiya Kurdistanê dê xelata herî mezin be ji bo Barzanîyê nemir.’

    Bi heman mijarî:

    HINDISTAN - Peykerê Mela Mistefa li kêleka Gandî û Mandela tê danîn
    Rûsyayê dîroka hevdîtinên Cenevreyê eşkere kir
    Baroya Stenbolê: Erdogan bi daxuyaniyên xwe sûc dike'
    Ruhanî ji gel re: ‘Gavên we yên zîrek pîroz dikim’
    Etîketan:
    azadiya Kurdistanê, xelata herî mezin, qada navneteweyî, cihê rêzê û hêviyê, kurdên cîhanê, rêbaz, xebat û têkoşîna Şêx Ebdulselam Barzanî, medreseya welatperweriyê, peyama nivîskî, bi boneya salvegerê, 37emîn salvegera wefata Mela Mistefayê Barzanî, xebat û têkoşîn, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Komara Kurdistanê, Rêxistina Xoybûnê, Rêxistina Azadî, Şêx Ehmed Barzanî, Şêx Ebdulselam Barzanî, Qazî Mihemed, Îhsan Nûrî, Seyid Riza, Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Mela Mistefayê Barzanî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de