10:09 20 Çile 2018
Zindî
    Qileban-Balafirên artêşa tirk 2 welatiyan kuştin

    Artêşa tirk navçeya Herêma Kurdistanê bombe dike!

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Balafirên artêşa tirk ji sînorê Herêma Kurdistanê derbas bûn û cadeya sereke ya navçeya Amêdiyeyê bombe kirin.

    Duhok -Êrişên balafirên artêşa tirk a li dijî xaka Kurdistanê berdewam dike.

    Hat ragihandin ku îro piştî nîvro balafirên artêşa tirk devera navçeya Amêdiyeyê bombe kirine û bombeyek li nêzî cadeya sereke ya navçeyê ketiye.

    Di encama êrişa hovane de gelek bax û zeviyên gundiyan wêran bûn. Derbarê qurbanî û birîndaran de tu agahî bi dest neket.

    Tê zanîn ku artêşa tirk duh êvarê jî turbeya Şêx Îslam ku li wê deverê keseke pîroz û weke alim tê nasîn bombe kirin û turbeyê jî wêran kirine. 

    Etîketan:
    Turbeya Şêx Îslam, artêşa tirk, Tirkiye, Herêma Kurdistanê, Amêdiye, Duhok
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de