Stenbol — Baroya Stenbolê, derheqê daxuyaniya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ku ji bo berdana rojnamevanên Cumhuriyetê Can Dundar û Erdem Gul de gotibû ‘ez hûrmeta biryarê Dadgeha Makezagonê nagrim û nasnakim' daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Baroya Stenbolê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku li gorî xala 6/3 ya Makezagonê, tu kes û tu dezgeh berpirsyariyeke ku ji Makezagonê neye standin nikare bi kar bîne. Her wiha li gorî xala 103yemîn ya Makezagonê Serokomar sond xwariye ku wê girêdayî qanûnan bimîne.
Rasterast qanûnê bin pê û sûc dike
Baro di berdewamiya daxuyaniya xwe ya nivîskî de destnîşan dike ku Serokomarê Tirkiyeyê li hemberî van hûkmên eşkere û zelal biryarên Makezagonê nasnake û bi awayekî vekirî sûcî dike. Ev axaftina Erdogan, li hemberî dewlet, gel û hiqûqê meydan xwendin e. Kesên ku van nasneke tu meşruiyeta wan ya hiqûqî namîne.
Hemû şirove
Pêşandana şiroveyên nuh (0)
Berseva li ser(Pêşandana şiroveyêGirtina şiroveyê)