11:54 24 Nîsan 2018
    Hesen Ruhanî

    Ruhanî ji gel re: ‘Gavên we yên zîrek pîroz dikim’

    © REUTERS / President.ir
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî li ser encamên hilbijartinan axivî û ji gel re got: ‘Hûn li ser riya rast in.’

    Tehran — Roja înê ya borî li Îranê hilbijartinên Parlemento û Meclisa Pisporan hatibûn li darxistin. Di encama hilbijartinan de Ruhaniyê reformîst û endamên muhafizekar bi ser ketibûn.

    Ruhanî li paytext Tehranê beşdarî Konferansa 4emîn a Otomatîvê ya Navneteweyî bû û piştî hilbijartinan cara yekem encamên hibijartinan ji gel re nirxandin.

    Ruhanî derheqê hilbijartinan de wiha got: ‘Xwediyê vî welatî gel e. Rê û pêşeroja welêt di destê gel de ye. Ji bo van gavên pêşketî û xebatên zîrek sipasiya gelê xwe dikim.’

    Ruhaniyê ku encamên hilbijartinan wekî gaveke pêşketî û xebateke zîrek nirxandin di dawiya axaftina xwe de jî wiha got: ‘Divê li vî welatî hevkarî hebe û ev hevkarî her kesî eleqedar bike. Êdî li vî welatî bila yekîtî pêş bikeve û di karên qenciyê de reqabet çêbe.’

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: ‘Divê sînorê Tirkiye û Sûriyeyê were girtin'
    Tirkiyayê êrişên li dijî meqberên kurdan berdewam dike: Şêxulîslam Deraşî ...
    Esad: ‘Agirbest nîşaneya hêviyê ye'
    ROJAVA - Mayin teqiya 5 zarok hatin kuştin
    Operasyonên siyasî berdewam dikin: 20 binçavkirin!
    Lavrov: ‘Terorîzma kîmyewî bûye metirsiya sereke'
    Etîketan:
    encama hilbijartinan, hilbijartinên Parlemento û Meclisa Pisporan a Îranê, Konferansa 4emîn a Otomatîvê ya Navneteweyî, Hesen Ruhanî, Kurdistana Îranê, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de