23:59 19 Nîsan 2018
    Girê Spî

    Komkujî: Li gundê tirkmenan bi dehan kes hatin qetilkirin!

    © Foto: ANHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Komên terorîst ku bi piştgiriya dewleta tirk çend roj ewil êrişî Girê Spî kirin, derket holê ku li gundê tirkmenan bi dehan kesî qetil kirine.

    Girê Spî — Terorîstên DAIŞê ku tê zanîn Tirkiye alîkariya wan dike û îslamgirên tirk jî propagandayan dikin û ji wan re milîtanan dişandin, li gundê tirkmenan komkujî pêk anîn û bi dehan welatiyên tirkmen qetilkirin.

    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê terorîstên DAIŞê dema bi piştgiriya dewleta tirk de dest bi êrişan kirin li gundê Hemamê ya tirkmenan komkujiyek pêk anîne.

    Hat ragihandin ku piştî gundê Hemam Tirkmenê ji terorîstan hat paqijkirin û şervanên YPG/YPJ kontrol bi dest xist, derket holê ku terorîstên DAIŞê li wir komkujiyek pêk aniye û zêdetirê 20 kesan qetilkiriye.

    Li gorî agahiyan 20 kesên hatine qetilkirin, piştre ji hêla terorîstên DAIŞê ve hatine şewitandin û ji wan 3 kes ji malbata Hemûd Xelef a Ereb in.

    Bi heman mijarî:

    Li navçeya Sûrê teqînên dijwar!
    Rûsya: ‘Divê sînorê Tirkiye û Sûriyeyê were girtin'
    Tirkiyayê êrişên li dijî meqberên kurdan berdewam dike: Şêxulîslam Deraşî ...
    Operasyonên siyasî berdewam dikin: 20 binçavkirin!
    Guardian: ‘Divê Erdogan bi YPGê re li hev bike'
    Etîketan:
    tirkmen, YPJ, YPG, DAIŞ, Hemam Tirkmen, Girê Spî, Tirkiye, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de