03:47 22 Gulan 2018
    Polês, serdegirtin, binçavkirin

    Operasyonên siyasî berdewam dikin: 20 binçavkirin!

    © REUTERS / / Sertac Kayar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Dewleta tirk operasyonên li dijî siyasetmedarên kurdan berdewam dike û polîtîkayên wan ê qirkirinê li qadê berdewam dike.

    Li ber çavên hemû dinyayê ligel komkujiyên li bajarên kurdan, operasyonên qirkirina siyasî jî didome.Îro li Nôrşên, Stenbol, Wan û Rihayê bi dehan welatî û siyasetmedarên kurd ji hêla hêzên dewleta tirk ve hatin binçavkirin.

    WAN

    Li navçeya Wan Bêgirê, hêzên dewleta tirk danê sibehê avêtin ser malan. Di serdegirtinan de Rêveberê DBPê yê Navçeyê Bariş Yilmaz û xebatkarê bere yê şaredariyê Remzî Solmaz ê li rojnameyeke herêmî dixebite hatin binçavkirin. Yilmaz û Solmaz birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.

    RIHA

    Li navçeyên Riha Eyyûbiye û Karakopru, di operasyonên qirkirina siyasî de welatiyên bi navê Îsmet Balci û Zînê Otunç di serdegirtina malan de hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê. Li taxa Sorik a navçeya Bêrecûkê jî jendermeyan avêtin ser malan û birayên Tahîr Atmaca û Îsa Atmaca binçav kirin. Her du kesên hatin binçavkirin birin Fermandariya Jendirmeyan a Navçeyê.

    BEDLÎS

    Polêsên tirk danê sibehê li navçeya Bedlîs Norşînê jî avêtin ser malên DBPiyan. Polêsan di serdegirtina malan de 5 endam û rêveberên DBPê binçav kirin. Hevserokê DBPê Erin Kutdenur, rêveberê DBPê Zabit Kayar û endamên DBPê Şevder Bîngul, Bedrettin Damar û Abdulmenaf Akkurt binçav kirin û birin Midûriyeta Polêsan a Bêdlîsê. Sedema binçavkirinê nehat zanîn.

    STENBOL

    Li aliyê din, êrîşên hikûmeta AKPê yên li hemberî hêzên çep û demokratîk dewam dikin. Polêsên tirk avêtin ser mala Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Ûfûk Gollu û endamên partiyê. Di serdegirtinan de 10 rêveber û endamên partiyê hatin binçavkirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Norşîna Bedlîsê 5 endamên DBPê hatin binçavkirin
    3 rojnamevanên kurd hatin binçavkirin
    2 hevserokên kurd hatin binçavkirin û yek jê hat girtin
    Hevşaredarên Yenişehirê hatin binçavkirin!
    Hevserokê DBPê hate binçavkirin
    Hevşaredara Silopyayê Emîne Esmer hat binçavkirin
    Etîketan:
    qirkirina siyasî, operasyonên siyasî, DBP, HDP, Zînê Otunç, Ûfûk Gollu, Remzî Solmaz, Bariş Yilmaz, Erin Kutdenur, Norşîn, Bedlîs, Stenbol, Riha, Wan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de