04:38 23 Çile 2018
Zindî
    DAIŞ

    2 ajokarên kurd hatin revandin

    © AFP 2018/ ALBARAKA NEWS
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Du ajokarên kurd li ser riya Bexdayê ya paytexta Iraqê ji aliyên milîsên Şîe yên Iraqê ve hatin revandin.

    Xeta petrolê
    © Foto: AA/ Sedat Budak
    Bêxda — Duh êvarê du ajokarên kurd, ku bi kamyonan keresteyên santrala elektrîkê dibirin Bexdayê, li devera Uzêm a ser bajarokê Xalis ya vîleyeta Diyale ya Iraqê hatin revandin.

    Xwediyê wê şîrketa ku ew şofêr tê de kar dikin, Samî Kerîm derheqê bûyerê de ragihand ku ew her du ajokarên wan ji Hewlêrê ne. Duh dema diçûn Bexdayê jî pêwendiyên me ji wan qut bûne.

    Samî Kerîm eşkere kir ku kesekî ji wan re gotiye duh danê êvarê li devera Uzêm a bajarokê Xalisê, komek milîsên şîe bi otomobîleke kesk riya ajokarên wan girtine û ev bi xwe re birine.

    Kerîm diyar kir ku ajokarên wan ji aliyê Polîsê Xalis ve hatine binçavkirin û got, daxwaza me ji rayedarên kurd ên wê deverê ew e ku hewla azadkirina wan ajokaran bidin.

    Bi heman mijarî:

    Konsolê Brîtanyayê dîplomatên Kurdistanê ecibandin
    Di bombebarana Tirkiyeyê ya li dijî Sûriyeyê de rojnamevan birîndar bûn
    Li Norşîna Bedlîsê 5 endamên DBPê hatin binçavkirin
    Li Cizîrê qedexeya derketina derve tê rakirin
    Li Êlihê êrişa çekdarî
    Etîketan:
    diyala, komyon, ajokarên kurd, Bexda, revandin, Milîsên Şîe, Samî Kerîm, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de